Keda jinan nayê dîtin 2023-06-27 09:03:43     Nazlican Yildiz   ÎZMÎR - Jinên karkerên çandiniyê diyar kirin ku krîza aborî giran bibe jî rojaneya wan naguhere û keda jinan nayê dîtin. Jinan daxuyakirin ku yên kedê didin ew in yên qezenc dikin jî patron in.   Krîza aborî her diçe giran dibee û karker pereyên qezenc dikin nikarin tiştekî bigirin û enerjiya xwe vala xerc dikin. Bi taybet jî jinên kedek mezi didin beramberê keda xwe nagirin. Welatiyên ji Kurdistanê wek karkerên çandiniyê tên metropolên Tirkiyeyê dixebitin bi rojaneyek kêm dixebitin. Jinên rojane 165 lîra digirin diyar dikin ku beramberê keda xw enagirin û sermayedar qezenc dikin.    ‘Derfet nadin Gelê Kurd’   Jina bi navê Hayriye Tufan ya karkeran dibîne û kontrol dike diyar dike ku sibehê 05.00’an de radibin tên ser erd û rojaneya wan gelek kême lê neçarin bixebitin. Hayriyeyê wiha vegot: “Em nexebitin em nikarin debarê bikin. Li Kurdistanê kar tune ye. Welatî neçar dimînin wek karkerên demsalî bên metropolan. Ger derfet hebûna wê Kurd nehatibana van deran.”   ‘Jin têbikoşin wê kes nikaribe pêşî li wan bigire’   Hayriyeyê destnîşan kir ku karê wan çiqas zehmet be jî ji axê hez dikin û wiha dirêjî dayê: “Ax bi jinan re dibe yek. Jinên Kurd bi gelek zor û zehmetiyan re têdikoşin. Lê jinên Kurd bên gel hev xwe rêxistin bikin dikarin her tiştî bikin. Dikarin koletiyê xera bikin. Mafê jinan nadinê. Keda jinan nayê dîtin. Jin têbikoşin wê kes nikare pêşî li wan bigire. Piştî hilbijartinên kêmasiyên me derketin holê. Jin li kolanan  bûn. Xebitîn lê têr nekir. Hîna kêmasiyên me hene. 20 sale erdogan mafê mirovan dixwe. Mûçeyê asgarî niha kirin 11 hezar. Lê em dinêrin kirê tenê 10 hezarin.  Hîna jî hinek Kurd dengan didin ERdogan. Em dizanin ku Erdogan newekheviyek mezin dike. Dixwaze Kurd tune bibin.”   ‘Keda me nayê dîtin’   Turkan Tan jî bi lêv kir ku mûçeyê digirin pir kême û ev tişt anî ziman: “Ez zalimiyek mezine. Em sibehê heta êvarê dixebitin. Ev heqereteke. Jin kedkarin. Em hem li ser erdan hem li malê dixebitin. Keda me nayê dîtin. Em li zarokan dinêrin, em karê malê dikin. Kes mafê jinan napirse. Kirê pir bihane. Kurd tên vir di kirê de dimînin. Piştî hilbijartinan tiştek neguherî. Erdogan dîsa biser ket. Mûçeyê asgarî zêde kir lê her tişt zem bû.   ‘Em neçarin bixebitin’   Xwendekar Şerîfe Yildiz jî diyar kir ku ji bo debara malbatê neçar dimîne bixebite û ev nirxandin kir: “Ez ji bo zanîngehê xwe amade dikim. Ez neçarim biçim ser erd bixebitim. Havînê dixebitim. Pirtûk pir bihane. Ezmûn zehmetin. Mûçeyê asgarî têr nake. Yên rewşa wan baş dikarin biçin dersxaneyan. Lê em neçarin bixebitin.”   Gulten Bîçen jî diyar kir ku 20 sal berê ji Êlihê hatine Îzmîrê û got ji bo xebatê ji bo nanê xwe hatine vir û got ew dixwazin ji nûve vegerin ser axa xwe. Gultenê her wiha got 10 sale li ser erdan dixebitin û beramberê keda xwe nagirin, patron mafên xwen digirin.   Sînem Bîçen destnîşan kir ku ew li ser erd dixebitin û ji ber pirsgirêka debarê krîza aborî neçarin bixebitin û Kurd ji bo kar bibînin ji warê xwe tên bajarên metropol dixebitin.