Hatiniya ji erdên nîskan tê têra lêçûnê nake 2023-06-22 09:03:06     Rojda Aydin   AMED - Jinên li gundê Elîbegan a Gêlê ya Amedê behsa şert û mercên zehmetiyên komkirina nîskan kirin û diyar kir ku hatiniya ji erdên nîskan tê têra lêçûnê û debara malê nake.   Nîskên ku li bajarên Amed, Riha û Mêrdînê şîn dibin heya ku tên li ser sifreyan bi kedeke mezin re derbas dibe. Tovên nîskên ku divê di navbera pîleya -25 û 30 de bên çandin, ji bo şînbûnê germahiya hewayê 4-5 pîleyê hewce dike. Nîskên ku di şert û mercên zûha de çêdibe, ji ber vê yeke zede avdanî hewce nake û avdana zede jî zirarê dide çandiniyê. Lê belê nîskên ku di demên pir hişk de 1-2 caran tenê avdan, di nav 6-7 mehan de dighije.    Li navçeya Gêlê ya Amedê bi kedeke mezin a jinan hilberîna nîskan tê kirin. Jinên li gundê Elîbegan a Gêlê di bin germahiya 35 pîleyê de di zeviyên nîskan de dixebitin. Çinîna nîskan jî wekî her karên din ketiya para jinan. Jin bi destên xwe nîskan kom dikin. Sere sibehê saet di 05.00’an de berê xwe didin zeviyan û heta êvarê saet 18.00’an kar dikin. Şert û mercên vê karê ku zehmet in, lê ji bo debara malê dixebitin.    Nêzî 17 sal in nîskan diçine   Fatma Ozakdenîz, anî ziman ku ew nêzî 17 sal in çandina nîskan dike. Fatma, bi lêv kir ku ew payîzê dest bi amadekariya çandina nîskan dikin û got: “Em piştre tovên nîskan davêjin zevî pişre jî peynê li ser direşînin. Bi tiraktorê zevî dajon da ku tov û peyn bighije hevdu. Dema dibe havîn em bi destan wan nîskan diçînin. Kom dikin û bi tiraktoran dibin embaran. Em li embaran wan hişk dikin.”   ‘Jin vê karê dikin’   Fatma, di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa zehmetiyên komkirina nîskan kir: “Ger ku ez behsa zehmetiyên vê karê bikim naqede. Em hem ji aliyê aborî hem jî di warê hêza mirovî de zehmetiyên mezin dijîn. Bifikirin ku em ji bo her gavekî traktorê pere didin. Traktor serê her donimekî 150 TL distîne. Her wiha em bibêjin ger di rojekê de çar kes werin ser kar em bi giştî 2 hezar TL didin. Qezencê me zirara me nagire. Ev ne hêjayî hemû derdê me ye, lê tiştekî ku em bikin tune. Me heta niha 20 hezar TL xerc kiriye, kî zane em ê çiqas zêde xerc bikin.” Fatma, diyar kir ku ligel van hemûyan karên wan ên malê jî hene û destnîşan kir ku karê wan du qat zehmetir e.   Di bin tava rojê de çandina nîskan dikin   Aysû Ozakdenîz jî da zanîn ku zehmetiyên nîskê ji yên ku tên zanîn zêdetir zehmet e. Aysû, diyar kir ku ew ji serê sibê de ji xew radibe û demildest sewalên xwe re mijûl dibe û wiha pê de çû: “Serê sibehê saet 05.00’an de radibim, êmê sewalan didim û avê didim wan. Pezê xwe didoşim, dikelînin dikim penîr û mast çêdikim. Ji ber ku ez pir zû ji xew radibim, vê carê ez hinekî radizêm û piştre têm zeviya nîskan. Piştre dikevim karê çinîna nîskan. Dema ez êvarê diçim malê, karê malê dikim û dîsa li heywanan dinêrim. Ji ber ku em nîskan bi destê diçînin dest û lingên me pir diêşin. Ji serê sibehê heta êvarê li ber tavê dixebitin, ji bo me gelek zehmet e. Barê herî giran dikeve ser milê jinan.”