Di krîza aborî de lêçûnên cejnê 2023-06-21 09:03:37     Nazlican Yildiz   ÎZMÎR - Cejna Qurbanê nêz bû û jinên derketin dan û stanê diyar kirin ku tu tiştek nayê girtin û gotin sedema vê polîtîkayên desthilatdariyê ne. Jinan her wiha gotin faturaya krîzê li wan tê birîn.   Krîza aborî her diçe giran dibe û welatî bi taybet piştî hilbijartinan ji ber zemên tên kirin nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Li dijî vê desthilatdarî tu çareseriyekê pêk nayne. Jinan diyar kirin ku ji ber zem û krîzê çûyîna betlana cejnê êdî luks e û gotin nikarin ji bo cejnê dan û stanê bikin. Jinan ji vê rewşê desthilatdarî berpirs dîtin û gotin bandor herî zêde li jinan dibe.   ‘Kesek hemû polîtîkayan bi rêve dibe’   Meltem Okuyucu jî da zanîn ku ji ber biha gelek zêde ne rewş her diçe xera dibe û got: “Ev bihabûn girêdayê desthilatdariyê ye. Tu polîtîkayek ez biecibînim tune ye. Ji bo cejnê planek me tune ye. Berê em diçûn betlanê. Lê niha tiştek wisa tune ye. Pêşeroja ciwanan tune ye. Kesek hemû rê dide ber hemû polîtîkayan. Ev bandorê li hemû kesî dike. Em vê rast nabînin. Heta ku mêjî neguhere tu tiştek wê neguhere.”    ‘Mûçeyê asgarî têr nake’   Fatma Akmeşe jî daxuyakirin ku bihayên marketan her roj diguherin û wiha vegot: “Mûçeyê asgarî jî têr nake. Divê teqez du kes bixebitin. Salên berê hîn xweştir bûn. Niha her tişt zem dibe. Kirê zêde dibin. Kîloya goşt bûye 400-500. 17 hezar tê mala me lê têr nake. Ji xwe ez 10 hezar kirê didim.”   ‘Pirsgirêka mezin betalî ye’   Fatmayê destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin betaliye û wiha domand: “Ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin divê saetên xebatê bên sererastkirin. Karkeran12 saetan dixebite. Lê divê 8 an jî  6 saetan bixebite. Divê dewlet vê çareser bike. Divê li dijî zeman polîtîkayên li alî gel bên pêşxistin.”   ‘ Mûçeyê asgarî zêde dibe lê şûnde ji me tê girtin’   Nur Goktaş jî bi lêv kir ku cejna Qurbanê nêz dibe û her kes difikire ku çi bike û got: “Ji ber aboriyê karê me ne başe. Ez 23 salî me. Ji 16 salî de dixebitim. Heta niha me tu tiştek nekiriye. Mûçeyê asgarî zêde dibe lê şûnde ji me digirin. Em nikarin ji xwe re titşekî bikin. Xeyalên min hene. lê şertên Tirkiyeyê nahêlin.  Ji bo jinan îstîhdam tune. Wek jinekê ji biçûkatiyê de dixebitim. Zehmetiyan dikşînim. Lê neçarim bixebitim.”   ‘Tu tiştek nayê girtin’   Fevziye Bayrî jî anî ziman ku dan û standina cejnê zehmet bûye û wiha vegot: “Min li bihayan mêze kir lê her tişt bihaye. Tu titşek nayê girtin. Ez teqawîtim lê têr nake. Çima wisa bûye em nizanin. Divê em ji rêveberiya vî welatî bipirsin.”