'Piştî hilbijartinê em êdî nema dikarin biçin bazarê jî' 2023-06-17 09:04:26       Sema Çaglak   ŞIRNEX – Jinên Hezexê bertek nîşanê qeyrana aborî dan, diyarkirin ku piştî hilbijartinê ji ber buhayiyê ew nema dikarin biçin bazarê jî û anîn ziman ku heta ev şer dewam bike û wê ev qeyran jî her ku biçe kûr bibe.    Piştî hilbijartina 14’ê gulanê qeyrana aborî kûrtir bû. Roj bi roj lîreyê tirk li hemberî dolar û euroyê qîmeta xwe winda dike. Qeyrana aboriyê ku li ser jiyana mirovan bandorek giran dike dibe sedema gel nekaribe pêwîstiyên xwe yên bingehîn bîne cih. Welatiyên ji navçeya Hezexê ya Şirnexê derheqê kûrbûyîna qeyrana aborî de nerazîbûnên xwe anîn ziman.   ‘Ne em dikarin bifiroşin ne jî ew dikarin bikirin’   Bazarvan Dersîm Ozkaplan a ku bi firotina pênîrê debara xwe dike diyar kir ku rewşa wan her diçe xirabtir dibe û wiha nerîna xwe anî ziman: “Em koçer in û ji bo debarê em berhemên xwe tînin bazarê difiroşin. Ez pênîrê xwe li gundê hespistê çêdikim û heta tînim vê bazarê ku bifiroşim gelek zehmetî dikşînim. Tişta erzan niha pênîr xuya dike. Ez kiloya wî 95 lîreyî difiroşim. Gava ku kiryar tên dipirsin ez bihayê wî dibêjim ji wan re giran tê û nakirin bistînin. Ji ber vê qeyranê ne em dikarin firotinê bikin ne jî ew dikarin bikirin.  Em salekê bi pez ve dimînin û tenê havînê dikarin pênî çêkin û wan bifiroşin. Lê keda me gelek erzan bûye. Em di hefteyekê de tenê hezar TL dikarin qezenc bikin, ew jî carinan dibe carinan jî nabe. Em li malê 10 kes dimînin û tenê debara xwe bi hatiniya ji pez dikin. Tu karekî din jî nîne ku em pê debara xwe bikin. Rewşa me her diçe xirabtir dibe.”   ‘Xelk êdî nikare ji zarokên xwe nanekî bistînin’   Ji welatiyan Kiymet Ecer jî anî ziman ku qîmeta pereye tirk nema ye û yê ku di vî warî de zahmetiyê dikşînin xelkên xizan in. Kiymet, got: “Jiwe heta niha qeyranek hebû. Ji ber qeyranê em nikarin biçin bazarê 2 kîlo bacan bikirin. Dolar û Euro jî her roj bilindtir dibe ew jî bandorê li ser xizanan dike. Xelk êdî nikarin ji zarokên xwe re nanekî bistînin. Ne dikarin fatureyên xwe razînin, ne dikarin kirêya xaniyê xwe bidin ne jî dikarin pêwîstiyên zarokên xwe bînin cîh. Berê me bi 50 lîreyan dikarîbû bazar bikira niha 50 lîre kêrî tiştek nayê. Pereyê tirk gelek bê qîmet bûye. Ji par ve xelkê nedikaribû goştê sor bikire, îsal nikarin mirîşkekê jî bikirin û bibin malên xwe.”   ‘Sedema qeyrana aborî şer e’   Kiymetê destnîşan kir ku sedema vê qeyranê jî pereyê ku didin ji bo şer e û wiha bertek nîşan da: “Hemû pereyî didin fîşek, gule û çekan. Gelê jî bi xelayiyê re rûbirû dihêline. Hilbijartinê de jî ew bi ser neketin, bi zorê û zextan bi ser ketin. Gel ev desthîlatdarî nexwest lê ew bi zilm û zordestiyê ma li ser desthilatdariyê. Heke ev şer tune bûya niha qeyrana aborî jî tunebû. Hemû pereyî didin çeteyan, cerdevan û guleyan.  Heta ku ev şer bi dawî nebe û aştîyek çênebe ev alozî û qeyran jî bi dawî nabe. Gelê me ne mecbûrî vê qeyranê ye. Divê tu kes vê qeyranê li ser xwe qebûl nake û rabin ser piyan. Ji ber ku tu aramî nehiştin. Kar jî tune ye loma hemû kes berê xwe didin ewropayê û koçber dibin. Yên ku li ser van meselayan diaxivin jî bi binçavkirin û girtinê ditirsînin.”   ‘Em dest vala vedigerin malê’   Feyrûz Fayulîn jî anî ziman ku ew êdî nikarin biçin bazar û marketan û got: “Rewşa me her diçe xirabtir dibe.  Par me digot her tişt giran bûye û em pêrîşan bûn. Lê rewşa niha ji wê rewşê du qat xirabtir e. Em gelek zehmetî dikşînin. Her tişt biha ye. Em newêrin biçin bazar û marketan. Berê qene me dikaribû tûrika xwe ya bazarê tijî bikira lê niha em dest vala vedigerin malên xwe.”   ‘Aborî têk çûye’   Fatma Bedek jî bilêv kir ku bi taybetî nan û rûn gelek giran in û got: “Her tişt wek agir e. Em diçin tenekeya rûnê dinihêrin bihayê wê nêzî hezarekî ye. Di van şert û mercan de em ê çawa debara xwe çêbikin. Em êdî nikarin biçin bazarê, qîmeta pere nema ye. Aborî têk çûye ketiye bibê erdê.”   ‘Em nikarin têra şîvekê jî peyda bikin’   Herî dawî jî Meryem Erdem axivî û got: “Her ku zilm zêde dibe aborî jî xirabtir dibe. Kes êdî tiştek nikare bike, roj bi roj xirabtir dibe. Piştî hilbijartinê rewşa me xirabtir bû. Em nikarin şîva xwe derxînin.”