DÎSK ligel qedexeyê çû qada Taksîmê 2023-05-01 11:34:17     STENBOL - Endamên DÎSK’ê li gel qedexyê çûn qada Taksîmê û çelenk danîn ber Bîrdariya Komarê ya li qadê.   Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ji ber 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê çelenk danî ber Bîrdariya Komarê ya li Qada Taksîmê. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû piştî ku bi lijneya rêveberiyê re ber bi bîrdariyê ve meşiyan daxuyanî da.    Arzû, ev tişt got: “Îro roja yekitî, têkoşîn û piştevaniyê ya navnetewî ya çîna karkeran e. Îro ne tenê li welatê me, li çar aliyên cîhanê, li 5 parzemînên cîhanê çîna karkeran ên hemû nirx û xweşikahiya cîhanê hildiberînin, bi daxwazên xwe û armanca xwe ya têkoşînê li qadan e. Em îro weke Lijneya Rêveberiya DÎSK’ê hatin vir, çelenga xwe danî. Niha jî em ê ji vir derbasî Qada Maltepeyê bin. Em li Stenbolê li Qada Maltepeyê û li çar aliyê Tirkiyeyê li qadan bigihin hev.”