Wê di 1’ê Gulanê de ji Qada Deriyê Çiyê bang bikin 2023-04-28 09:02:02     Şehrîban Aslan   AMED - Hevseroka Şaxa Hejmar Yek a Egîtîm Sen a Amedê Emîne Akşahîn ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bang kir û diyar kir ku wê di 1’ê Gulanê de bi dengekê bilind bêjin bila ev pergala şer bidawî be.    Îsal 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran wê bi dirûşma "Ked ya me pêşeroj ya me" li her derê Tirkiye û Kurdistanê bê pêşwazîkirin. Li Amedê jî wê li Qada Deriyê Çiyê bê pêşwazîkirin. Hervseroka Şaxa Hejmar Yek a Sendîka Kedkarên Perwerdê (Egîtîm Sen) Emîne Akşahîn der barê 1’ê Gulanê de axivî û da zanîn ku wê 1’ê Gulanê de bi kortejan biherikin Qada Deriyê Çiyê.   ‘Ked ya me hilberîn ya me’   Emîneyê da zanîn ku li vî welatî ji ser ji sedî 90 nifûsa welat ked tê hilberandin û wiha dirêjî dayê: “Sermayeke kedê ya li ser keda me li qesran dijîn hene. Em bawer dikin wê îsal ji sedî 90’ê nifûsê li qadan bin. Jin, ciwan, karker, kedkar, penaber û hemû aliyên bindest yên civakê wê îsal di 1’ê Gulanê de bên gel hev. Em ê daxwazên hevpar li qadan bînin ziman xwe îfade bikin û bi hev re têbikoşin. Li Tirkiyeyê enflasyon her diçe bilind dibe. Bi mîlyonan kes di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Em bawer dikin ku bi mîlyonan kesî vê cejnê de tu tiştek negirtiye. Em vê qebûl nakin. Em dixwazin vê pergalê veguherînin bo başiya xjwe. Ji ber ku ked ya me ye hilberîn ya me ye.”   Binpêkirina keda jinê   Emîneyê destnîşan kir ku 1’ê Gulanê beriya hilbijartinê ye û wê daxwazên xwe yên hevpar bînin ziman û wiha dirêjî dayê: “Îsal li Amedê em ê bi sê kortejan bimeşin Qada Deriyê Çiyê. Piştre em ê daxuyaniyê gidin û 2 an jî 3 saetan em ê 1’ê Gulanê pîroz bikin. Dema xwedîderketina li butçeya xwe derketiye. Bi taybet divê jin li qadê bin. Yên herî zêde keda wan tê binpêkirin jinin. Li her qadê keda jinê tê binpêkirin. Jin di karên bêewle de tên xebitandin. Hevalên me yên têkoşîna jinan dimeşandin hatin girtin û binçavkirin. Bi sedan hevalên me ji ber karên STK’yan  ji karên wan hatin kirin.”   ‘Ji bo civakek dikare lê bê jiyîn’   Emîneyê balkişand ser erdhêja 6’ê Sibatê de pêk hat û daxuyakirin ku di pêvajoya erdhêjê de jî keda jinê hatiye binpêkirin û wiha dirêjî dayê: “Jinên ku erdhêjê de hewl dan birînên xwe bikewînin li aliyê din jî têkoşîna jiyanê dan. Me çû rewşa hevalên xwe yên jin di cih de dîtin. Me bi wan re dengê xwe bilind bikin. Me bi hemû Tirkiyeyê re parve kir. Em ê di 1’ê Gulanê de dengê xwe bihev re bilind bikin. Ji bo civakek dikare lê bê jiyîn em ê têbikoşin.Em bang li hemû aliyan dikin. Em bang li hemû jinan dikin. Divê em bi hev re xwedî li ked, bajar, ziman, çand, terza jiyana xwe, edeletê derkevin û bi hev re têbikoşin. Divê em serî netewînin.”