Banga ji bo 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re li qadan bin 2023-04-27 09:09:32     Marta Somek   STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu da zanîn ku wê kedkar 14’ê Gulanê de navbera rejîma otorîter û demokrasiyê de tercîhê bike û got: “Em bang li hemû kedkar, karker, ciwan jin, kesên xwedî li vî welatî derkevin dikin  û dibêjin 1’ê Gulanê  de li qadan bin.”   Gelê ku ji ber bihabûnê nikarin tu tiştekî bikin, hatine aste bêzarbûnê. Ji xwendekaran heta jinan ji kedkaran heta karkeran peyam didin ku wê hilbijartinên 14’ê Gulanê de desthilatdariya AKP-MHP’ê bişînin.   Karker û kedkar xwe amade dikin ku vê berxwedan û têkoşînê di 1’ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê de biqirîn.   Balkişandin ser Qada Taksîmê   Konfederasyona Sendîka Karekeran a Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) Konfederasyona Sendîka Kerkerên Cemawerî (KESK), Yekitiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekitiya Hekîmên Diranan a Tirkiyeyê (TDB) 12’ê Nîsanê de bernama 1’ê Gulanê aşkera kirin.    Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu da zanîn ku navnîşana 1’ê Gulana îsal Qada Taksîmê ye. Arzu der barê 1’ê Gulanê de ji ajansa me re axivî.   ‘Em ê tercîha xwe bikin’   Arzuyê da zanîn ku 1’ê Gulana îsal pir girînge û got: “Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo pêşeroja Tirkiyeyê gelek girîng e. Em ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de navbera rejîma otorîter-zextxwir û demokrasiyê de tercîha xwe bikin. Beriya hilbijartinan 1’ê Gulanê heye. 1’ê Gulanê roja yekitî û têkoşînê ye. Hemû karker, kedkar bi daxwaz, hedef û coşa xwe di wê rojê de tên gel hev. Em di 1’ê Gulanê de wê îfade bikin ku xwedî li keda xwe derkevin.”   ‘Em ê 1’ê Gulanê de li qadan ligel hev bin’   Arzuyê di dawiya axaftian xwe de ev tişt anî ziman: “Em bang li hemû kesî dikin ku di 1’ê Gulanê de bi coşek mezin bi daxwazên xwe ligel hev bin û bi hev re biherikin qadan. Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê aliyên civakê. Ev welat wê vê taboyê biguhere. Bila hemû kes wê rojê li qadan bin. Hêz û derfet destê me de ye. Em bang li hemû kedkar, karker, ciwan jin, kesên xwedî li vî welatî derkevin dikin û dibêjin 1’ê Gulanê  de li qadan bin.”