Li Stenbolê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin 2023-04-18 15:06:39     STENBOL - Li Stenbolê amadekariyên 1'ê Gulanê dest pê kirin, derbarê xebatan de daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "Îro hem li welatê me hem jî li dinyayê hewcedarî bi hevgirtin û yekitya karker, kedkar û jinan heye. Îradeya ku wê li qadên 1’ê Gulanê derkeve holê gelek girîng e."   Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li Qada Barbaros a Beşîktaşê daxuyanî dan çapemeniyê. Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korur Fîncancî, Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglû, Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şukran Kablan, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encu û gelek karker beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta "Bijî 1'ê Gulanê" hat vekirin de dirûşmeyên "Em ê bi hev re bi ser bikevin", "Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev " û "Bijî Yekê Gulanê” hatin berzkirin.   Seroka DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû destnîşan kir ku pîrozbahiya 1’ê Gulana îsal gelek girîng e û wiha got: “Îro hem li welatê me hem jî li dinyayê hewcedarî bi hevgirtin û yekitya karker, kedkar û jinan heye. Îradeya ku wê li qadên 1’ê Gulanê derkeve holê gelek girîng e. Wê 1’ê Gulana 2023’yan bibe destpêkek nû. Em ê vê guhertinê ji qadên 1’ê Gulanê bidin destpêkirin û mil bidin milê hev û di guhertinê de bi biryar bin.”    Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan jî da zanîn ku 1’ê Gulanê di heman demê de hêrsa kedkar û karkeran e li qadan xwe dide nîşandan û ew ê 1’ê Gulana îsal bikin pîrozbahiya hesabxwestinê.    Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci jî bal kiaşand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û wiha got: “Ev hilbijartin nîşanî me dide ku em ê guhetinê û avakirina ji nû ve teqez bi ser bixînin. Me qet dest ji têkoşînê berneda û em ê dest jê bernedin jî. Em ê ji niha şûn ve ji bo wergirtina mafên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Em ê dawî li kedxwarî û polîtîkayên kapîtalîst ên neolîberal bînin. Lewma hin bêtir hewcedarî bi têkoşînek xurt heye.”    Piştî axaftinan li Qada Barbarosê belavokên 1’ê Gulanê hatin belavkirin.