‘Ya em dijîn ne krîz xizanî ye’ 2023-01-13 09:06:56   WAN - Pakîzer Canbutle diyar kir ku ji ber pirsgirêkên aborî xizaniya wan girantir bûye û got: “Ev tişta em dijîn ne krîz, xizanî ye.”   Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de krîza aborî her diçe giran dibe û bandorek mezin li ser civakê dike. Bi taybet li Kurdistanê çavkaniyên debarê bi tunebûnê re hatine rû hev û gel hewl dide çareseriyê bixwe biafirînin.  Jina bi navê Pakîzer Canbutle ya ji navçeya Bêgiriyê hat navenda Wanê bi cih bû, tişta dijî aliyê xizaniya gel bi berfirehî nîşan dide.  Ji bo serma , berf û baran nekeve hundir lihêf xistine paceyên mala  xwe yên şikestî, odeyên wan ji rutbet û sermayê mirov nikarin bikevinê. Cemedanka vala, maseyek şikestî, cilên dibistanê yên bi destan hatine şuştin li derve hatine raxistin û cemed girtine. Pakîzerê tenê li odeyekê sobe daniye û bi hevjînê betal û 5 zarokan re têkoşîna jiyanê dide.   Neçar ma zarokan ji dibistanê bigire   Pakîzerê ya li taxa Beyuzumu dimîne du sal berê ji ber pirsgirêkên aborî ji Bêgiriyê hatiye û pirsgirêkên wê yên xizaniyê li navendê her çûye girantir bûne. Pakîzer diyar dike ku ji ber nikaribû hewcedariyên zarokan bigire du zarokên xwe ji dibistanê girtine û zarokekî wê li firinê rojane bi 30 TL û yê din jî li dervê bajarê bi heqrojê dixebite. Pakîzer jî li pêşdibistanekê rojane bi 30 TL dixebite û mehaneya wê kirêya mala wê dernaxe.   ‘Xizaniyê pêşiya me berneda’   Pakîzerê tiştên jiya wiha vegot: “Xizaniyê pêşiya me berneda. Roj ji bo min saet di 05.00’an de dest pê dike. Ez kurê xwe dibim firinê. Piştre zarokan dişînim dibistanê. Tiştek tune ye zarokên min bixwin. Birçî diçin birçî tên.  Rojane bi 30 TL li zarokan dinêrim. Ez ji kar têm sobeyê pêdixim  û ger tiştek hebe xwarinekê çêdikim.”   ‘Ev zilm û xizanî ye’   Pakîzerê wiha domand: “Tişta em dijîn zext, zilm û xizaniye.Jiyana min bi têkoşînê derbas dibe. Krîza aborî bandorek mezin li ser min dike. Min hîna sotemenî negirtiye. Komirê nikarim bigirim. Mehê çewalek êzing digirim. Wê jî bi alîkariya xizmên xwe digirim. Keça min diçe lîseyê. Ode sar e. Nikare dersên xwe bixebite. Em nikarin tiştekî bixwin. Makîna cilşoyê tune ye. Ez û zarokên xwe birçî dijîn.  Ez nikarim alavên wan yên dibistanê bigirim. Bifkirin ez mehê carekê ji zarokan re fêkî digirim.”   Pakîzerê wiha dawî lê anî: “Ji bo ceyran zêde neçe em televîzyonê venakin. Em nikarin li hember bihayiyê têbikoşin. Ev ne xaniye em têde ne. Tenê çar dîwar û ser wan hatiye girtinê. Ji ber rutbetê em nikarin têde bijîn. Zarokên min nexweş dikevin. Keça min nexweş ket bi mehan nehat ser xwe. Ev tişta em dijîn ne krîz e, xizaniyek mezin e. Em bi hesreta nanê hişk in. Yakene daxwaza min ev e ku zarokên min pariyek nanê rehet bixwin.”