'Budçe ji şer hat veqetandin' 2023-01-02 09:03:24     ENQERE - Seroka Giştî ya SEP’ê Guneş Gumuş da zanîn ku AKP-MHP’ê budçeya şer du kat zêde kirine û mûçeyê herî kêm jî ji bo hilbijartinê hatiye zêdekirin û başkirin. Lê piştre wê ev bi rêya bacan li pişta gel bê barkirin.   Di serê meha kanûnê de di Lijneya Giştî ya Meclîsê de Pêşnûmeqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2023’yan hat dîtin û xalên wê hatin temamkirin û qebûlkirin. Desthilatdariya AKP’ê îsal jî beşeke mezin a çavkaniyan ji ‘parastinê’ re veqetand û budçeya şer amade kir. Li gorî sala borî lêçûnên şer derketin du katên xwe. Ji ber çavkanî û budçe ji şer re tê veqetandin krîza aborî ya li welat her diçe giran dibe. Ji ber krîza tê jiyîn bêguman yên herî zêde bi bandor dibin jin in.   Seroka Giştî ya Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) Guneş Gumuş budçeya hatiye qebûlkirin û wek budçeya şer tê venasîn û bandora wê ya li ser aboriya Tirkiyeyê nirxand.   ‘Ji bo hilbijartinê wê budçeyê bi kar bînin’   Guneşê da zanîn ku Tirkiye ketiye pêvajoyek krîtîk û hilbijartinên 2023’yan ji bo desthilatdariyê wek mijara ‘man an jî nemanê’ ye. Guneşê wiha anî ziman: “Desthilatdarî her cureyê mekanîzmayê bi kar tîne û hewl dide destilatdariya xwe bidomîne. Lê bi civakê re nerazîbûn zêde bûye. Enflasyon, bihabûn, krîzek mezin heye. Dethilatdarî dixwaze budçeyeke hilbijartinê pêk bîne û vê krîzê çareser bike. EYT ya ku 2 mîlyon û nîv kesî eleqeder dike, sererastkirin. Mûçeyê herî kêm kirin 8 hezar û 506 TL. Lê tê payîn ku di navberê de dîsa zem bê kirin û gaz bê xistin. Desthilatdarî hewl dide nerazîbûnên gel hinek daxîne. Heta hilbijartinên 2023’an ji budçeyê heta ku bikaribin wê xerc bikin.”   ‘Bi bacên me hewl didin rewşê sivik bikin’   Guneşê axaftina xwe wiha domand: “Tirkiye ji 1980’ê niha ji bo xizanbûna kedê modelekê esas digire. AKP jî vê modelê didomîne. Mûçeyê herî kêm ji îstîsnayê derketiye. Nîvê civakê vegûheriye mûçeyê herî kêm. Mekanîzmaya mezibûna xizaniyê didomînin. 8 hezar û 506 TL di bin sînorê birçîbûnê de ma. Em rêjeyên derew yên TUÎK’ê li aliyekê bihêlin. Gel bi rastî nikare debara xwe bike. Beriya hilbijartinan di mûçeyê herî kêm de sererastkirinek kirin û hewl dan rewşê hinek baş nîşan bidin. Lê mûçeyê herî kêm bibe 10 hezar jî tiştek îfade nake. Wê beşeke mezin a welat ji nû ve navbera xizanî û birçîbûnê de bê mahkumkirin. Zêdebûna ji bo mûçeyan tê kirin demek dirêj li ber xwe nade. Mûçeyan derxin ser 9 hezarî jî wê bandora wê mehekê nedome."   ‘Bi gotinên terorîzmê diçin hilbijartinê’   Guneşê her wiha bal kişand ser budçeya şer û di vê mijarê de jî ev tişt diyar kir: “Tirkiye bi dîroka netewî ya kurd re pirsgirêkê dijî. Ji bo kurd tiştekî bidest nexin, ji bo pêşî li destkeftiyên tevgera netewî a kurd ya li Sûriyeyê bigirin, di hewldanan de ye. Bêguman partiyên burjuva jî piştgiriyê didin vê hewldanê. Ne tenê ev, AKP dema hilbijartinan de di pêvajoyek krîtîk de ye.  Di serê AKP’ê de planek wisa heye; ‘Em mudaxaleyê wir bikin, ew der nokteya sînor a tevgera kurd e, neçarin em şûnde bidin kişandin, em jî vê terorîze bikin û şerên OHAL’ê biafirînin û gel bi vê bidin îqnakirin.’ Ji ber vê budçeya şer derxistin du katî.”   Derdê AKP’ê yê bi jinan re   Guneşê destnîşan kir ku ji bo jinan tu budçe tune ye û wiha dawî lê anî: “Yên herî zêde ji krîzê bi bandor dibin jin in. Ev rewşa aboriyê ya nebaş xizaniyê bixwe re tîne. Ne tenê xizanî, tundiyê jî bixwe re tîne. Kuştinên jinan zêde bûne. Ji ber aboriyeke jinê tune ye, nikarin malên ku tê de tundiyê dibînin jî terk bikin. tundî hema wisa carekê de rû nade. Her tim didome û heta cînayetan diçe. Ji ber kar tune, cihekî lê bistirin tune. Ji bo ev rewşa jinan neyê başkirin derdekî AKP’ê bi jinan re heye. Naxaze jin azad bibin, jin biryara xwe bidin.”