Esnafên Wanê: Ji sala nû tiştek nayê payîn 2022-12-31 09:15:30     WAN - Krîza aborî ya roj bi roj giran dibe esnafên jin yên Wanê jî mexdur dike. Jinên esnaf bertek nîşanê zemên tên kirin dan û diyar kirin ku tu bendewariya wan ji sala nû tune.   Krîza aborî her diçe giran dibe û xizaniyê kûr dike. Butçeya sala 2023’yan  ji sedî  98 ji lêçûnên şer re zêde kir û 470 mîlyar lîra veqetand. Bêguman yên herî zêde bi bandor dibin jinin. Esnafên jin ku hreî zêde ji krîzê bandor dibin hewl didin debara xwe bikin. Piranî esnafên jin jî hatine ber asta girtinê.   ‘Krîz bandorek mezin li ser welatiyan dike’   Bedîa Elîş 15 sale dirûnvaniyê dike û diyar kir ku ew hatine asta têkçûnê û krîz aborî her diçe giran dibe. Bedîayê wiha daxuyand: “Yên dewletmend dibe ku ji şer bandor nebûne lê ensafên ku bi qezenca rojane debara xwe dikin hene. Welatî gelek bi bandor dibin. Kes niza wê dawî çi bibe. Kes nikare pêşî li vê rewşê bigire.”   ‘Muşterî nayên’   Bedîayê destnîşan kir ku ji serê sala 2022’yan krîz giran bû bihayê nan 1 TL bû lê carekê de bû 2.5 TL. û wiha dawî lê anî: “Bihayê her tiştî bû sê kat çar kat. Bi zêdebûna bihayan re muşterî jî êdî nayên. Em çawa bihayên nû dibêjin muşterî diçin û nayên. Desthilatdarî bacên me digire û tiştekî ji welatiyan renake. Rewş her diçe xera dibe. Welatî nikarin mafên xwe biparêzin. Divê mafên xwe biparêzin. Divê ji vê rewşê re bêjin êdî bes e. Mûçeyê Asgarî zêde kirin lê zem li ser zemê kirin. Yanî hesab heman hesabe. Ji ber krîzê esnaf neçar dimînin dukanên xwe bigirin. Gelekan ji xwe girtin.”   ‘Salek nebaş derbas bû’   Ayşe Ozkalayci ya dukana wê ya ku alavên poşet difroşe heye û têde dixebite destnîşan kir ku eve saleke li dijî krîzê têdikoşin û ji rewşê qet ne kêfxweşin, di şertên giran de têkoşînê didin. Ayşeyê wiha dirêjî dayê: “Salek berbat bû. Min kar nedît. Karê min didît jî pereyê wê kêm bû. Kirê, fature, hewcedariyên malê gelek bihane. 4 hezar TL digirim lê lêçûn sê katin. Ez ji bo hewcedariyan xerc bikim ji bo fatureyan namîne. Ji bo kirê namîne. Ez di vê rewşê de  çi bikim. Zarokên min hene. Ez li wan dinêrim. Ez nikarim hewcedariyên dibistanê bigirim.”   Bêrîka muşteriyan valaye   Fîlîz Ortmez ya di dukana xurekan de dixebite jî balkişand ser krîza aborî û diyar kir ku bêrîka muşteriyan valaye û wiha bi lêv kir: “Çawa mûçeyê asgarî zêde bû nan jî biha bû. Yanî li şûna divê biha biketana zêde bûn. Tiştek neguherî mixabin.” Welatiya bi navê Rojîn Akbulak jî bertek nîşanê zemên li ser hev tên kirin da û got: “Ez sala 2022’yan wek zem li ser zemê binav dikim. Ez hatim ku tiştekî bigirim lê tenê min yek xurek girt. Biha pir zêde ne. Hêviya me sala 2023’yan nebe wek sala 2022’yan. Ji sala nû hêviya min tune.”