Jinên esnaf: Di sala 2023’yan de hêviya me guhertina sîstemê ye 2022-12-20 09:02:12   AMED - Jinên esnaf ên ku derbarê buhabûnê, axivîn gumanên xwe parve kirin û gotin: “Sîstema heyî hêvî ji bo me nehiştiye. Tenê hêviyek maye ew jî guherîna sîstema heyî ye. Wê encex, wê demê sala 2023’yan bi aramî derbas bibe.”   Qeyrana Aborî ya ku di sala dawî de gihişt lûtkeyê ji bo sala 2023’yan jî hêviyekê nade gel. Di rojevê de bihabûnên ê di sala 2023’yan de werin ên li ser xurek, pêdiviyên jiyanî tên nîqaşkirin û gel jî dikeve di nav tirsa sala were. Li cihê hêviyan di dilê gel de tirsa debarê heye.   Têkildarî buhabûna di rojevê de ye me ji jinên esnaf nêrîn girtin û wan jî gumanên xwe bi me re parve kirin.   ‘Qeyran gihiştiye lûtkeyê’   Şehnaz Akyila li kargeha Zerzevanê ya ku jinan saz kiriye weke aşvanekê dixebite têkildarî qeyrana aborî axivî. Şehnazê got em weke kargeh tenê jin dixebitin lê mixabin em neçar dimînin ku êdî karkeran ji kar derxin. Şehnazê wiha berdewam kir: “Qeyrana aborî gihiştiye lûtkeyê û mixabin bandorek mezin li ser me kir. Herkes rewşa navçeya Sûrê dizane ku nîştecihên wê gelek xizan in. Me xwest em jinên ji vir bigirin bi taybetî. Di vî warî de hewldanên me hebûn lê belê ji ber qeyranê karkerên me girtibûn jî bi neçarî me ji kar avêtin. Ev ji bo me jî cihê xemgîniyê ye. Ji ber ku ev malbatan hemû jî pêdiviya wan bi kar heye. Rewşa wan a jiyanî di xetereyê de ye. Ne karker, ne yê kar dide û ne jî yên digirin kêfxweş in. Her ku diçe jî ev rewş xirabtir dibe.”   ‘Jiyanek bê şer wê qeyranê jî ji holê rake’   Şehnaz bal kişand ser buhabûna di sala 2023’yan a ku wê were kirin û wiha berdewam kir: “Jixwe tu hêviyek me ji sîstema heyî nema ye. Ger ev çerx wisa bizîvire ev hîna rojên me yên xweş in. Em ê bêhtir bikevin nav xetereyê. Ez naxwazim dawiya me bifikirim jî. Berê tenê hevjînê min dixebitî me dikarî em debara xwe bikin, niha ez û hevjînê xwe nikarin debara xwe bikin û mixabin ev wê demê pêş çawa be nayê fikirîn. Heya girtina kargehê jî wê here. Kes êdî zû bi zû nayê, debara me ya kargehê li ser turîzmê maye. Ew jî ji ber xebatek baş nayê kirin em zêde turîsta jî nakişînin. Qala zêdebûna mûçeya kêmtirîn tê kirin, lê beriya ew mûçe were malê mixabin em di bin zeman de difetisin. Mûçeya kêmtirîn jî têr nake. Hêviya me tenê hilbijartin in. Yekî baş û ciwan were li ser rêveberiyê ku hinek tiştan sererast bike. Tê zanîn Peyama Lozanê jî nêz dibe. Ya ku herî zêde li qeyranê bandor dike jî li gorî min şer û binpêkirinên mafên gelekî ye. Bi qedana vê peymanê re em hêviya aramiyek baştir dikin. Hêviyên me cardin hene lê ger ku sîstem were guhertin.”   ‘Hêviya me çûyîna îqtidarê ye’   Kader Gulsun, li Sûrê di kargeha diyariyan de dixebite jî got: “Min jî dixwest ez bixwînim. Lê mixabin ji ber rewşa aboriyê hîna di zarokatiyê de me dest bi kar kir û 5 sal in ez di kargehan de dixebitim. Ji bo me pêdiviyên jiyanî jî bûye luksek. Tu hêviyên me nemaye ji sîstema heyî. Lê di sala 2023’yan de tenê em hêvî dikin ku ev sîstem were guherîn û ew mêrik êdî siyasetê neke. Ger wisa biçe wê ev rojên me yên xweş bin. Bifikirin berê tişta min bi 10 lîrayî dida ez niha bi 70 lîrayî didim. Bi rêjeyek mezin bihabûnek çêbûye. Êdî girîngiyek nayê dayîn ji bo firoştgehên me. Herkes li bere tenê zikê xwe têr bike. Amed cihekî dîrokî ku geştiyaran dikşîne xwe ye. Lê belê ji ber veberhênanek lê nayê kirin geştiyar ne zêde ne. Divê her tişt were guherîn.”   ‘Sedema herî mezin a qeyranê şer e’   Zuleyha Çinar jî li Sûrê di firoştgehê de weke karkerekê dixebite. Zuleyha jî ji ber qeyrana heyî bertekên xwe nîşan da û got: “Em nizanin bi rastî armanc û sedemên kurbûna vê qeyranê çiye. Lewra yek ji sedemên vê jî em dikarin weke şer jî binirxînin. Ji ber van şerên ku nizanin biqedin em tên vê rewşê. Divê êdî ji bo vê yekê çareserî werin afirandin. Wê wisa derbas nebe. Yên ku xizan bûn bêhtir ketine rewşek xeter. Ango bandorê li ser jiyana me hemûyan jî dike. Yek van hemû bûyerana vediguherîne qeyranê. Şer li ku derbikeve bandora xwe li me dike. Em cardin jî rûxmê van yekan dua dikin ji bo rewşa me baştir bibe. Yên hatine yên çûne bi me dan gerandin. Her roja diçe em xwezî li rojên berê tînin. Êdî em bi temaşekirinê re mane. Em jî bêdeng dimînin. Kes jî tiştekî nake. Em jî dixwazin gelek tiştan bêjin û riyên çareseriyê parve bikin lê wê ev yek werin cîh gelo?”   ‘Em nikarin debara xwe bikin’   Sîbel jî bi van gotinan bertek nîşanî rewşa heyî da: “Qeyranê civak xistiye nava xetereyê lê herî zêde jî bandorê li ser jinan dike. Ez weke jinekê debara xwe bi paqijkirina avahiyan dikim û têm di kargeha xemilandinê ya jinan de dixebitim. Ji bo debara xwe bikim şev û roja xwe dikim yek. Zarokên xwe dişînim dibistanê û diya min li ser piştê ye nexweş e. Li wê jî temaşe dikim. Bandorê li ser me jinan dike ev rewş. Binêrin rûxmê vê giraniyê ez nikarim debara xwe bikim. Ez nikarim biçim bazaran. Divê êdî yek ji rewşa her ku diçe kambax dibe re em bêje êdî bes e. Em li rojên xwe yên berê digerin.”