Jinên xebatkar ên li Colemêrgê: Em beramberê keda xwe nagirin 2022-12-15 09:01:48       COLEMÊRG - Li Colemêrgê jinên di kargeriyên cuda de dixebitin, diyar dikin ku beramberê keda xwe nagirin û wiha got: “Em beramberê keda xwe nagirin.”   Li welat krîza aborî ji ber polîtîkayên ewlehiyê yên AKP’ê her diçe giran dibe. Ji ber zemên her roj tên kirin hêza girtinê ya welatiyan dikeve, jinên neçar dimînin debara malê bikin jî bi heqdestên kêm tên binpêkirin. Krîzên aborî herî zêde bandorê li jinan dike. Krîz barê malê li ser jinan girantir dike. Li Colemêrgê jî jinên di cihên cuda de dixebitin, diyar dikin ku beramberê keda xwe nagirin û gotin di serî de jin hemû kedkar divê di ser mûçeyê asgarî de mûçe bigirin.   ‘Kes mûçeyê asgarî nade’ Çîmen Bayram a 22 salî ya li kahwexaneyê dixebite da zanîn ku ji beşa tenduristiyê mezûn bûye û ji ber parvekirineke li ser çapemeniya civakî tayîna wê nayê kirin. Çîmenê wiha dirêjî dayê: “Hemû qadên kar ên herêmê, şert û mercên wan gelek xerab in. Em jin nikarin di cafe û her wekî din de bixebitin. Hawirên kafeyan ji bo jinan gelek xerab in. Ne ez ne jî derdor van cihan tercîh nakin. Niha li kahwexaneyê dixebitim û çayê serwîs dikim. Ev du sal in ji ber krîzê em nikarin debarê bikin. Şert û mercên bajar ev in. Kes mûçeya asgarî jî nade.”   ‘Em şerm dikin ji malbatê pere bixwazin’   Çîmenê da zanîn ku sibehê saet ji 08.00’an heta 18.00’ê êvarê 10 saetan dixebite û nêzî 24000 TL pere digire û got: “Ji ber derfetên kar li bajar tune ye û ji bo debara malbatê van şertan de dixebitim. Ji ber şertên aborî û krîzê em dixebitin. Ez şerm dikim ji malbatê pere bixwazim. Em 10 saetan dixebitin. 2400 TL digirin. Jin beramberê keda xwe nagirin. Divê hemû karsaz mûçeyê asgarî bidin. Ne tenê ez hemû jin wisa ne. Ji ber krîzê her tişt biha ye. Em nikarin nan bibin malên xwe. Li gorî mêran em zêdetir kar dikin lê heqdestê me li gorî wan kêm e. Em dixwazin beramberê keda xwe bigirin.”   ‘Pereyê em digirin debar pê nabe’   Jina bi navê Dîlber Koç jî destnîşan kir ku 4 meh in di dukana kozmetîkê de dixebite û destnîşan kir ku ji ber krîza aborî hem esnaf hem jî xebatkar di rewşeke zehmet de ne. Dîlberê der barê rewşê de wiha vegot: “Ez zaroka mezin a malbatê me. Ji ber vê li malbata xwe dinêrim. Ligel lêçûnên malê hewcedariyên xwişk û birayên xwe bi 2500 TL pere dikim. Pereyê em digirin li holê ye. Em ji gelek tiştî kêm dikin û jiyana xwe wisa didomînin. Sibehê saet di 08.00’an de dest pê dikim û heta 20.30’an dixebitim. 13 saetan bi 2500 TL dixebitim. Em beramberê keda xwe nagirin. Lê em neçar in bixebitin. Li Colemêrgê gelek hevalên me rojane bi 60-70 TL dixebitin. Em dixwazin hemû xebatkar mûçeyê asgarî bigirin. Her roj zem tên kirin. Em bi vî pereyî hewl didin debara malê bikin. Ez dixwazim em beramberê keda xwe bigirin.”