Berteka li dijî buhabûnê: Di nava mehê de tiştek namîne 2022-11-12 09:06:12     Rabîa Onver   COLEMÊRG - Jina bi navê Pîruze Dundar ku li dijî krîza aborî û zemên li ser hev tên kirin hewl dide debara mala xwe bike, diyar dike ku di nava mehê de tu tiştek di destê wan de namîne.   Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji ber hemû çavkaniyan ji şer re vediqetîne krîza aborî her diçe giran dibe û buhabûna tên kirin hêza girtinê ya gel dixîne. Bêguman ên herî zêde ji krîzê bi bandor dibin jin in. Yek ji jinên ku krîzê bandorek mezin lê kiriye Pîruze Dundar ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dijî ye.   Pîruze ku 15 sale li Şemzînanê dijî, ji bo debara mala xwe bike bi roj diçe paqijiya malan dike û êvaran jî sêvên ji baxçeyên xwe kom dike  hişk dike, difroşe û pê debara xwe dike. Pîruze bi lêv kir ku her kar li ser milê wê ye û tevî vê nikarin debara xwe bikin.   ‘Kurê min neçar ma dest ji dibistanê berde’   Pîruzeyê diyar kir ku berê li gundê Şemzînanê dijiyan û mala wan şewitiye, piştî vê alîkarî ji kesî negirtine û neçar mane bar bikin bajar. Pîruzeyê wiha dirêjî dayê: “Dema em hatin hevjînê min dixebitî. Kêm be jî têrî me dikir. Piştre krîz mezin bû, her tişt biha bû kurê min 16 salî ye ji ber aboriyê dest ji dibistanê berda. Kurê min bi hevjînê min re li lokanteyê dixebite. Em 8 kes in. Em sê kes dixebitin lê em nikarin debara xwe bikin. Navîna mehê de tiştek destê me de namîne.”   ‘Pereyê em digirin têr nake’   Pîruzeyê wiha dirêjî dayê: “Ev du sale em gelek zehmetiyan dikşînin. Ji ber vê diçim her karî. Em çiqas bixebitin jî nikarin debara xwe bikim. Ez diçim paqijiya malan. Ez sêvên baxçeyên cîranên xwe kom dikim hişk dikim û difroşim. Pereyê em digirin têrî tiştekî nake. Hevjîn û kurê min 4 hezar TL digirin. Ez rojane bi 300-400 TL diçim paqijiyê. Lê beramberê keda xwe nagirim. Em sibehê heta êvarê li ser piya ne lê em nikarin debara xwe bikin. Keda jinan jî wek a mêran nayê dîtin."   Pîruzeyê  wiha dawî lê anî: “Çawa mêr dixebitin jin jî dixebitin. Jin her tim hatine pelçiqandin. Keda wan nayê dîtin. Em ji bo keda me bê dîtin têdikoşin. Bila jin li tu derê biçûk neyên xistin. Jin kedek mezin didin. Ez bang li hemû jinan dikim ku tu car dest ji têkoşînê bernedin.”