Jinên fistiqan kom dikin: Em bi heqrojeke erzan dixebitin 2022-10-24 09:03:14     Sema Çaglak   ŞIRNEX - Li gundê Berdoyê ya Silopiyayê jinên ku li zeviyan fistiqên axê kom dikin, destnîşan kirin ku ew tevî zehmetiya karê xwe bi heqrojeke erzan tên xebitandin.   Bi destpêkirina demsala payizê re li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê ku di warê çandiniyê de xwedî axeke dewlemend e wextê komkirina pembû, fistiqên axê û garis jî destpê kir. Li gundê Berdoyê yê Silopiyayê jinên ku li zeviyên fistiqên axê dixebitin destnîşan kirin ku ew kedeke mezin didin lê heqroja didin wan gelek kêm e û anîn ziman ku keda wan tê xwarinê.   Fistiqên axê di meha nîsanê de tên çandîn û di meha cotmehê de  bi traktoran tên rakirin. Piştî wê jin dikevin nav zeviyan û van fitiqan kom dikin. Ev karê jinan heta meha mijdarê berdewam dike.   ‘Serê kîloyê 5 TL didin’   Rahîme Aytiş, diyar kir ku ji ber qeyrana aboriyê wê îsal dest bi vî karê kiriye û got: “Ez saet di çarê di 4’'ê şevê de şiyar dibim. Karê sewalên xwe dikim û gava karê xwe yê malê diqedînim têm zeviyên fistiqan û heya êvarê dixebitim. Em bi heqdestekê erzan dixebitin. Serê kîloyek fitiqên ku em top dikin 5 TL didin me. Ev gelek erzane lê em ji neçarî dixebitin. Di meha nîsanê de piştî ku garis, pembû û fistiq tên çandin di meha cotmehê de jî komkirina wan destpê dike. Em yek bi yek ji nava axê wan digirin û dixin elbên xwe. Zehmetiya karê me gelek zêde ye. Destên me birîn dibin û pişta me diêşe. Em 12 saetan dixebitin lê heqroja ku em digirin têra me nake. Em nikarin pêdiviyên xwe yên rojane jî pê bigirin.”     ‘Herî zêde jin vî karî dikin’   Besna Toguç jî destnîşan kir ku ew di şert û mercên gelek zehmet de dixebitin û wiha axivî: “Em di meha nîsanê de dest pê dikin, komkirina fistiqan heta meha mijdarê berdewam dike.  Heta êvarê em di şert û mercên zehmet de xwîdan didin. Tevî van yekan em nikarin kirêya mala xwe û an jî pêdivîyên malê pêk bînin. Di vî karî de herî zêde jîn tên xebitandin.”       ‘Em neçar in ku bixebitin’   Remziye Aytiş jî anî ziman ku ew 15 sal in di zeviyan de dixebite û got: “ Ez li zeviyan di karên Fistiq, pembû, garis û hwd. de dixebitim. Karê me zor e ger ku em ne mecbûr bin em di vî karî de nedixebitîn.  Gava em diçin mal jî karê malê dikin û em qet nikarin bêhna xwe vedin. Jiyana me bi kar û xebatê  derbas dibe.”   Herî dawî jî Bedriye Bozkurt axivî û diyar kir ku ji bo debara mala xwe divê heta êvarê bixebite û ev tişt anî ziman: “Zarokên min diçin dibistanê û kes tüne ye li ber wan be. Ez jî heta êvarê li  zeviyan dixebitim. Ez neçar im ku ji bo debara mala xwe vî karê bikim. Em di rojê de nêzî 40-50 kîlo dikarin kom bikin. ”