Krîza aborî li amadekariyên zivistanê jî xist 2022-09-08 09:19:24   AMED - Li Sûra Amedê jinên amadekariyên zivistanê dikin diyar dikin ku ji ber aboriyê hêza girtinê ketiye û li gorî sala borî kêmtir amadekarî kirine û gotin nîvê cemedankê tije nekirine.   Ber bi dawiya havînê ve jin dest bi amadekariya zivistanê dikin. Sebze hişk dikin, avafiringiya, konserve, tirşî û rîçal çêdikin. Lê belê ji ber qeyrana aborî welatî li gorî salên berê ji bo sivistanê amadekariyeke li gorî dilê xwe nakin.    Jin diyar dikin ku îsal ji ber krîza aborî hêza girtinê ketiye û gotin sala borî kîloya balcan bi 3 TL girtine û 3 çewal balcan pijandine lê îsal kîlo 13-17 TL ye û nikarin çewalekî bigirin.   ‘Li baxçeyê Hewselê em bi xwe diçînin’   Muyessel Bîlbay berhemên xwe yê li baxçeyên Hewselê çandiye kom dike û amadekariya zivistanê dike û di heman demê de berheman difroşe. Muyessel diyar dike ku tevî vê di alî aborî de zehmetiyan dişîne û got: “Bi hatina îlonê re em amadekariyên zivistanê dikin. Em ya di cemedank yan jî di kîlerê de diparêzin. Me îsota xwe ji baxçeyê xwe kom kir. Lê dîsa jî têr nake.”   ‘Mûçe têr me nake’   Kezîban Aktaş ya ku amadekariya zivistanê dike jî got êdî mûçe têr nake û wiha pê de çû: “Em her tim deynd dikin. Ez ji bazarê sebze digirim û amadekariya zivistanê dikim. Ez naneyê hişk dikim. Zivistanê di her tiştî de bikar tînim. Sala borî me gelek tişt amade kir. Lê îsa pir bihaye. Hêza me tune. 4 zarokên min xwendekar in. Ez li du zarokên biçûk jî dinêrim. Ez ji cîranan deyn digirim. Mûçeyê min têr nake.”   ‘Min çewalek jî tije nekir’   Kezîbanê destnîşan kir ku sala borî gelek amadekarî kiribû û wiha dawî lê anî: “Min sala borî 2 çewal balcan pijand. Îsal min yek jî tije nekir. Em neçarin îdare bikn. Em çi bêjin jî tiştek naguhere.”   ‘Me nîvê dolabê tije nekiriye’   Necla Çelîk bertek nîşanê rewşê da û bi lêv kir ku li gorî sala borî hêza girtinê ketiye û wiha nirxand: “Em ji bo zivistanê sebze hişk dikin û tirşiyê çêdikin. Lê îsal her tişt bihaye. Sala borî me îsot kîlo bi 3 TL digirt niha 15 TL ye. Balcan 10 TL . Em ji bo zivistanê 500-600 xerc dikin lê têr nake. Sala borî em bi 100 TL diçûn bazarê lê em îsal bi 500-600 TL diçin dîsa têr nake. Me îsal nîvê dolaba xwe tije nekiriye. Berê me her tişt digirt. Lê îsal aborî têk çûye, berîka me vala maye.”