‘Piştî xebata 9 saetan êdî qeweta me namîne ku em tiştekî din bikin' 2022-09-07 09:05:54   Rojda Aydin   ÊLIH -Zeynep Çelîk, di qada tekstîlê de dixebitê diyar kir ku qada ku herî zêde kedxwarî tê kirine û got: "Xebata ku di nav şert û mercên wisa de bandorê li tevahiya jiyana me dike. Lê belê heke jin li ser navê xwe biryaran bidin û mafê xwe biparêzin dê bikarin ji bo zarokên xwe civakeke baş avabikin."   Şert û mercên xebatê yên qada tekstîlê her tim di rojevê de ye. Ligel metrepolan niha li gelek bajaran tekstîl belav bûye. Çend wek qada îstîhdamkirina tê nirxandin jî bêtir bûye cihê kedxwariyê. Li Êlihê jî di demên dawiyê de tekstîl zêdebûye. Bi qeyrana aborî û tunebûna kar re gelek kes berê xwe didin wan deveran û di nav şert û mercên herî nebaş bi heqdesteke kêm dixebitin. Bi taybetî jî jin.    Yek jî wan jinan Zeynep Çelîk a ku 30 salî ye û di qada tekstîlê de dixebite, ji ajansa me re behsa karê tekstîlê kir.    Di qada tekstîlê de keda jinan tê xwarin    Zeynep, anî ziman ku li Tirkiyeyê di her qadê de keda jinê tê xwarin û tê tunekirin û got: “Ji van qadan yek jî qada tekstîlê ye. Ez jî bi xwe li wir dixebitim û keda me li wir tê xwarin. Jinên ku îro li tekstîlan dixebitin ji ber karekî wan tuneye û nexwendina wan nîne tekstîlê tercih dikin. Li Êlihê di demên dawiyê de  hejmara tekstîlan zêde bû. Jin dixwazin di nava malê de têra xwe bikin. Her wiha xwediyên tekstîl û fîrmayan ji bo qezencê heza kar a herî erzan tercih dikin. Her du aliyan de jin mexdûr dibin. Keda jinê hem di nava malê de û hem jî di qada tekstîlê de nayê dîtin. Bi her awayî kedxwariyeke mezin heye. Lê belê her tim ji bo xebata tekstîlê jina tên tercîhkirin."   ‘Êdî qeweta me namîne ku em tiştek din bikin'    Zeynep, bi lêv kir ku ew bi xwe di tekstîlê de li ser maseyê dixebite û ji bo jinên li ser piyan dixebite nikare tişten wisa bibêje û wiha domand: “Ji ber ku tekstîl bi xwe ne cihekî rehete. Jin nêzî 9 saetan dixebitin û carna jî ji mesaî re dimînin. Têkiliyên li wê derê di aliyê ewlehiyê de nîne. Ji ber ku jin gelek dixebitin. Lê li hember ew qas keda ku em didin pereyeke baş nagihije me. Dema me tevahî li vir derbas dibe, êdî qeweta me namîne ku em tiştek din bikin. Em ji bo xwe êdî tiştek din nakin."   ‘Di demên diyarkirî de diçin tualetê'    Zeynep, da zanîn ku di tekstîlan de heqaret û zext li jinan tê kirin û wiha behs kir: “Di kar de li hemberî jinan dengê xwe bilind dikin. Dema hejmar kêm be hêrsa xwe ji xebatkarên din derdixin. Dema li gor daxwaza wan kar neyê kirin, dibêjin bi heqê xwe kar nekiriye. Di demên ku hatî diyarkirin de jin diçin tualetê. Her wiha ne tenê li cihê ku ez dixebitim, li gelek cihan heman tişt heye. Bifikirin ku xebatkar di demên hatî diyarkirin de divê pêdiviyên xwe bikin. Bi tevahî li hemberî kedkaran mobîng heye. Her tim karek zêdetir ji te tê xwestin. Dema tu bikî jî bêtir kar ji te dixwazin. Dema diqirîn tu nikarî deng bikî. Her wiha tu nikarî mafê xwe bigerî û serî li cihekî bidî. Hiyerarşiyek heye û midûr, alîkarê midûr û hwd. Her wiha ligel wan jî zexta derûnî jî pir zêde ye."   'Taciz wek heskirin tê dîtin'    Zeynep, di axaftina xwe de wiha behsa cureyên şîdetê kir: "Her wiha ne li hember jinan li hemberî hemû xebatkaran heqaret tê kirin. Di aliyê fîzîkî de jî temas gelek zêde ne. Kesê ku peywira wî ji te mezintir be mafê temaskirina fizîkî di xwe de dibîne û ev tişt tê wateya tacizê. Lê dema jin ne di ferqê de be vê tiştî wek taciz nanirxîne. Kêmasiyek me ya civakî heye, divê em nîşanê wan bidin ku xeynî daxwaza te tu kes nikare dest bide te. Divê jin di vê hêlê de hişyar bin. Dema ev tişt ji aliyê kesên bi ser me ve tê kirin ne wek tacîz, wek heskirin tê dîtin. Ev tişt jî gelek şaş e.”   'Bila li ser navê xwe biryaran bidin'    Zeynep, li dijî kedxwariyê wiha bang li jinan kir: "Di tekstîlê de dema ku ez vê tiştê dibînin bi rastî jî gelek eciz dibim. Tu kes vê tiştê wek kedxwarinê nabîne. Di bingeha vê de malbat heye. Ji ber ku ew ji ji aliyê malbatê ve yekem keda wê tê xwarin. Keda jinê tê xwarin û keda wê ji destên wê tê girtin. Kesê ku di malê de vê tiştê bijî li cihekî wek tekstîlê de zanyariya kedxwariyê dê çawa ava bike. Dema ku tu vê tiştê bibêjî jî ev gotin ji bo wê vala ye. Ji ber ku ew jin di malê de rastî kedxwariyê tê. Em rojê 9 saetan dixebitin û carna jî ji bo mesaiyê dimînin. Ez daxwaz dikim ku bila jin zanebin. Bila rê nedin mêr, bav, bira û hezkiriyê xwe, bila mafê xwe biparêzin. Bila li ser navê xwe biryaran bidin. Ji bo xwe û zarokên xwe civakek baş ava bikin.”