Beramberê 13 saet mesayî: Herî zêde 130 TL ye 2022-09-06 09:09:08   WAN - Parkomat Azîme Kaya da zanîn ku rojê 13 saetan dixebite û rojeneya wê herî zêde 130 TL ye û got: “Havînê zivistanê li kolanê dixebitim. Şert giranin lê neçarim bixebitim.”   Bandora krîza aborî tenê li mutbexan nabe. Ligel bihabûna her tiştî, pirsgirêkên betalî, binpêkirna kedê, mûçeyê newekhev ji krîza aborî bı bandor dibe. Li Tirkiyeyê li bajarên kurdan bi taybet jin ji ber mûçeyên newekhev gelek bi bandor dibin û herî zêde jin xizaniyê hîs dikin. Li bajarên bakurê Kurdistanê kar jî kême, piranî mêr ji bo xebatê diçin derveyê bajêr û jin jî  li malê yan jî li derve di karên bê ewle de dixebitin.   Hemû kolanên bajar veguherîne otoparkan   Li Wanê li gel xizaniyê rêjeya betaliyê jî zêde bûye û ji ber vê bi hezaran jin di şertên giran de bi pereyekî kêm dixebitin.  Ji aliyê wezareta têkildar ve bi armaca çareserkirina pirsgirêka trafîkê di 2018’an de pergala Parkomat ji aliyê şaredariya bajarê mezin ve ket meriyetê . Ji roja ketiye meriyetê heta niha ligel kolanan  mezin kolanên navberê jî veguhertin otoparkan. Pereyê ji bo xwediyên wesayîtan tên birîn jî dibin sedema bertekan.   Di şertên giran de dixebitin   Li kolanên ku pergala parkomat heye, Parkomatçîtî hatine peywirdarkirin û ev xebatkar hem di şertên giran de hem jî bi pereyekî kêm dixebitin. Jina bi navê Azîme Kaya ku 7 mehe li bajêr ligelek kolanan wek Parkomat dixebite tiştên jiyaye ji ajansa me re vegot.   ‘Neçarim bixebitim’   Azîmeyê da zanîn ku di salên 1990’î de di encama valakirina gundan de ji gundê Ertuş yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hatine li taxa Sixkê ya girêdayê Rêya Aarmûşê ya Wanê. Azîmeyê anî ziman ku ji ber pirsgirêkên aborî ji malbatê gelek kes dixebitin lê dîsa jî nikarin debara xwe bikin û ji ber kar nedîtiye ev 7 meh e wek parkomat dixebite.   ‘Seranserê rojê li ser piyame’   Azîmeyê daxuyakirin ku ji sibehê heta êvarê li ser piya ye û der barê şertên xebatê de wiha ragîhand: “Sibehê saet 08.00’an de têm ser kar û heta 20.00’an dixebitim. 12 saetan dixebitim. Rojane 100 herî zêde 130 TL digirim. Ji ber li gorî fîşa dibirim pere didin. Ji bo wesayîtên veguhestina komî 12 TL rojane heqê rê didim. Pereyê xwarinê ji mûçeyê me tê birîn. Yê dimîne jî hewcedariyên xwe digirim. Li aliyê din mehane 400 TL kredî didim.”   ‘Zivistanê havînê li kolanê me’   Azîmeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ligel şertên kar û mûçeyê kêm, seranserê rojê li kolanê dimînin û wiha dawî lê anî: “Carna rastî heqeretan têm. Havînê di germê de zivistanê di sermayê de dixebitim. Şert gelek giranin lê tiştekî bikim tune.”