Esnafên li Colemêrgê: Em nikarin debara xwe bikin 2022-09-02 09:04:33     COLEMÊRG - Li Colemêrgê ji ber krîzê bi taybet jî esnafên jin bandor dibin yek bi yek dukanên xwe digirin. Yildiz Sevînç diyar kir ku heta zivistanê wê li ber xwe bide, nebû dê berê xwe bide metropolan.    Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şaş yên hundir û derve li welat bi mîlyonan mirov bi krîza aborî re têdikoşin. Ji ber pêvajoya pandemî û zêdebûna dolar rewşa esnafan her diçe xera dibe. Her wiha ji ber zemên ku tên kirin jî civak bi giştî bandor dibe. Yên ku herî zêde bi bandor dibin bêguman dîsa jin in. Li Colemêrgê betalî ji ser ji sedî 80’ê ye. Ji sedî 50 nifûsa bajêr jin e û esnafên jin jî ji sedî 8 e.  Li gorî Yekitiya Odeya Sanatkar û Esnafan a Colemêrgê  di 6 mehên ewil yên 2022’yan de li Colemêrgê 18 esnafên jin ji ber aboriyê dukan girtine.   Yildiz Sevînç ya li Gever a Colemêrgê dijî diyar kir ku kafeya ku bi kedek mezin vekiriye niha ji ber krîza aborî hatiye asta ku bigire. Yildizê da zanîn ku ji bo debara xwe bike wê biçe bajarên Tirkiyeyê û li wir bixebite.   ‘Piştî krîz mezin bû her tişt guherî’   Yildizê destnîşan kir ku salek berê bi hewesek mezin dest bi esnafiyê kiriye lê ji ber krîza aborî di salekê de ji ber zêdebûna kirêyan sê dukan guhertiye û wiha daxuyand: “Ji ber krîza aborî em rojên zehmet dikşînin. Ez hatim ber girtina dukanê. Ji bo 35 metrekare  qad hezar TL kirê didim. Ceyran, gaz, xurek her tişt biha bûye. Em nikarin debara xwe bikin. Dema em hatin dukanê me kontrat îmze kir û di konratê de digot ji sedî 50 an jî 60 wê zem bê kirin.”   ‘Ez wek jinekê têdikoşim’   Yildize bi lêv kir ku bi hewesek mezin dukan vekiriye lê ev kêfa wê nivco maye û wiha daxuyand: “Ez niha ketime derdê fatureyan. Wek jinekê ji bo aboriya xwe têdikoşim. Heta zivistanê ez ê li ber xwe bidim. Ger aborî wisa bidome ez ê biçim bajarê rojava. Ne tenê gelek kes wê biçin. Xwediyên dukanan biha zêde dikin. Em jî neçar dimînin.”   Yildizê wiha dawî lê anî: “Em esnaf rojên zehmet dijîn. Divê ev rewş demildest rast bibe. Li her derê Tirkiyeyê esnaf bibin yek belkî tiştek bibe. Em ji xwe ji VEDAŞ’ê dikşînin. Ligel vê em ji xwediyên dukanan jî dikşînin. Li gorî mezinbûn û hatin navçeyê zem bên kirin wê kes wisa zehmetiyan nekşîne.”