Jinên ji bazarê destvala vedigerin: Sepeta me tije nabe 2022-08-29 09:03:26     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinên Îzmîrê pirsa "Hûn dikarin sepeta xwe tije bikin?" bersivandin û gotin: "Teqawît bi 3-4 hezarî çawa debara xwe bike? Kartola ku berê xwarina xizanan bû niha bûye ya dewlemendan. Êdî em nikarin biçin bazarê jî. Ji wê yekê berpis dewlet e."    Mûçeyê asgarî ku wek 5 hezar û 500 TL hat diyarkirin û TURK-Îş di dawiya meha tîrmehê de da zanîn ku sînorê birçîbûnê 6 hezar û 839,64 TL ye û ji bo standartên jiyanek baş jî sînorê birçîbûnê 22 hezar û 280 ye. Mirovek ku bi tena serê xwe bijî jî lêçûna mehekê wek 8 hezar û 930 hat aşkarekirin.   Seroka Baskên Jinan a Mereşê ya AKP’ê Gonul Çîtîl tevî daneyên hatine aşkerakirin, tevî zema li pey hev tê kirin jî di rojên borî de got ‘Krîz tune. Em sepeta marketê li gor dilê xwe tije dikin. Pirsgirêk tune.’ Gotinên Gonul Çîtîl rastî bertekan hatin. Jinên Îzmîrê pirsa ‘Hûn dikarin sepeta xwe tije bikin’ bersivandin.   ‘Hêza girtinê ket’   Îşsîz Burcu Togrul jî da zanîn ku Tirkiye têk çûye û hêza girtinê ketiye. Burcuyê wiha dirêjî dayê: “Çenteyê me tije nabe. Debare pir zor bûye. Du zarokên min dixwînin. Bendewariya me ji pêşerojê tune. Di vê dewrê de bila kes zarokan çênekin. Divê rêveberiya vî welatî biguhere. Kesên xizan ji alîkariya qeymeqamtiyê fêdeyê nagirin. Zarokên me rewşa wan nebaşin. Her kes xizane. Em nizanin kî dewlemende. Em dewlemendan nabînin. Hinek mirov dewlemendin. Mûçeyê me hîna neketiye malê diqede. Lêçûna dibistanê pir zêde ye. Zarok her tiştî dixwazin.”   ‘Pereyê teqawîtbûnê têr nake’   Menekşe Aydin jî ev tişt anî ziman: “Pereyê me yên teqawîtbûnê têr nake. Her tişt bihaye. Tevî demsala balcan û firingiyane em nikarin birin. Salên borî baş bû. Em nikarin nîv kîlo goşt bigirin. Em nikarin hêkekî bixwin. Divê di vî temenî de em her tim bixwin. Hilberîn tune. Her tişt bihaye. Em ji derve re dixebitin. Teqawît bi 3-4 hezarî çawa debara xwe bike? Bila her tişt erzan be. Gel gunehe. Zarokên me li dibistanan yurdan nabînin. Kirê bûne 5 hezar.”   ‘Em nikarin ji bo zivistanê tiştekî amade bikin’   Karker Guler Apakli jî diyar kir ku ew newêre neviyê xwe derxe derve ji ber tiştan dixwaze û got: “Dewlet ji vê berpirse. Yên li ser me ji vê berpirsin. Karkerên çandiniyê di çi rewşê de ne. Sibê belkî em nikaribin nîv kîlo firingî balcan bibînin. Ez 66 salî me cara yekem min dît zebeş bi dîlim tê firotin. Çiqas tiştekî xerabe. Îsal em nikarin ji bo zivistanê amadekariyan jî bikin.”   ‘Em neçûn warê xwe’   Xece Altun jî wiha vegot: “Her tişt bihaye. Qevdek bexdanus 2 lîra û nîv e. Bi 400 TL erebeya me ya bazarê tije nebû. Wisa nabe. Wisa biçe wê şer derkeve. Ne ez ne hevjînê min, mûçeyê me tune. Zarokên me alîkariya me dikin. Em ne teqawîtin. Em îsal nikaribûn biçin gundê xwe yê li Dêrsîmê.”   ‘Gelo yên di kirê de wê çi bikin?’   Gulcan Kara jî der barê aboriyê de nêrînên xwe wiha bi lêv kir: “20 sal berê baş bû. Em çend kes li malê dixebitin lê em nikarin debara xwe bikin. Em nikarin erebeya xwe ya bazarê tije bikin. Em nikarin tu tiştekî bigirin. Her tişt bihaye. Xwedê alîkarê me be.”   Fikara wê dibistan vebin   Nuran Malîk jî destnîşan kir ku bihabûna jiyanê ji terza jiyana mirovan tê fêmkirin û ev nirxandin kir: “Firingiya herî xerab 5 TL ye. Pîvaz, kartol 20 lîra. Krîza aborî li holê ye. Kartol xwarina xizanan bû. Niha ya dewlemendaye. Em nikarin tu tiştekî bigirin. Sê zarokên min yên diçin dibistanê hene. Em ji niha de di fikaran de ne.”   Melek Bulaç jî ev tişt bi lêv kir: “Ez 2 hezar TL kirê didim. Du keçên min dixebitin. Dîsa jî têr nake. Bi 100 lîra erebeya me tije dibe. Me sê çar kîlo kartol digirt. Me koliyek hêk digirt. Niha em nîv kolî digirin. Ew jî du rojan têr nake. Keçên min tên mal em nikarin xwarinekê bidin ber wan. Ev rewş wê çawa baş be. Ger yên ser me biguherin wê rewş biguhere.”