‘Lêçûn zêde ye lê qezenç jî tune ye ’ 2022-08-23 09:06:01   WAN - Seval Sarica ku ji ber krîza aborî neçar ma dukana xwe ya pasteyan bigire got: "Lêçûn zêdeye lê qezenç tune. Sedema krîzê rêveberên vî welatî ne."    Çavkaniyên ku desthilatdarî ji re vediqetîne, krîza aborî giran dike. Roj bi roj zem tên kirin û hêza girtina gel dikeve. Esnafên ji krîzê bi bandor dibin jî neçar dimînin kargeriyên xwe bigirin.   Li gorî daneyên Yekitiya Borsa û Odeyan a Tirkiyeyê (TOBB) di 7 mehên ewil yên 2022’an de li gorî 7 mehên ewil yên 2021’ê hejmara şîrketên hatine avakirin ji sedî 21,1, hejmara koperatîfên hatine avakirin ji sedî 20,5 zêde bûye lê di rastiyê de hejmar ji sedî 10,1 kêm bûye. Li gorî daneyan di 7 mehên ewil yên 2022’an de, li gorî 7 mehên ewil yên 2021’ê hejmara şîrketên hatine girtin ji sedî 78,6 bûye, hejmara koperatîfên hatine girtin ji sedî 71,1 bûye lê hejmara rast ev e ku ji sedî 5,5 hejmara girtina kargeriyan zêde bûye.   Zema tê kirin bû sedema girtina kepengan   Li Wanê ji ber krîza aborî esnaf gelek bi bandor dibin û dukanên xwe ji ber neçariyê digirin. Yek ji esnafên ku ji ber rewşa aborî neçar maye dukana xwe bigire Sevval Saricaye.   Seval Sarica bi çêkirina pasteyan debara xwe dike wiha axivî: "Me armanc dikir em dukana xwe mezin bikin lê ji ber krîzê min girt. Ji ber min nikaribû berhem bigirta min dukan girt. Sedema girtina dukanê bihayên şekir, rûn û xurekên din bûn. Roj bi roj krîz giran bû, li şûna ku ez qezenc bikim roj bi roj ez têk çûm. Hemû keda min têk çû. Min û hevjînê xwe biryar da em dukana koftevaniyê vekin. Ji ber krîzê her kes bi bandor bûye.”   ‘Lêçûn zêde, qezenc tune’   Sevalê baklişand ser pirsgirêkên ji ber krîzê derketine holê û wiha daxuyand: “Ez di sektora xwarinê de bûm lê ligel vê bêguman zehmetî hebûn. Ez jî niha ji ber krîzê pirsgirêkên mezin dijîm. Her tişt biha bûye. Hêza min ya girtinê tune ez berhem bigirim. Lêçûn zêde lê qezenc tune. Sedema krîzê rêveberên vî welatî ne.  Sedema wê ne kesekî din e. Yên vî welatî bi rêve dibin e. Ger ku jinan ev welat bi rêve bibira wê her tişt cuda bûna. Bawerim wê hîn bêtir xweşikbûna.”