Qeyrana aborî bandorê li taştêya Wanê jî kir xist 2022-08-21 09:01:07     WAN - Taştêya navdar a Wanê jî ji qeyrana aborî bi bandor bû. Tugba Parspanci da zanîn ku ji ber bihayên zêde nikarin berhem bigirin.   Ji ber desthilatdariya AKP-MHP’ê çavkaniyên welat ji şer re vediqetînin qeyrana aborî roj bi roj giran dibe. Zema ku li ser hev tê kirin bandor li ser hemû aliyan dike û hêza girtinê dikeve. Wan ku bi taştê ya xwe navdare salonên taştê jî nisêbê xwe ji qeyranê digire. Tugba Parspanci ku ji bo çanda taştê ya Wanê ku ji 52 cureyê pêk tê bidomîne, salona taştê vekir, qeyranê bandor li ser wê jî kir û yek ji esnafên ku rojên zehmet dijî ye.   Tugbayê da zanîn ku wek hosteya donerê di nexweşxanê de ketiye sektora xurekê û li cihên cuda xebitiye xwe pêş xistiye û wiha vegot: “Çanda taştê aydê Wanê ye. Taştê ya Wanê gelek girîng e. Di taştê ya Wanê de her tişt heye. Xurek hemû organînikin. Cacik, siyabo, mendê, penîrê Wanê, kavut, to, nivîşk, hingiv ev hemû ji gund tên. Yên din ez amade dikirim. Cureyên penîr û yên din. Taybet ev hene.”   ‘Ez ê dukanê bigirim’   Tugbayê, destnîşan kir 8 meh in di dukanê de dixebite û wiha dirêjî dayê: "Min bi kêfek mezin vekir. Lê ji ber krîzê em berxwe didin. Karê me nebaşe. Ev çend mehe tenê du muşterî tên. Wisa biçe ez ê dukanê bigirim.”   ‘Ji bo jinan piştgirî’   Tugbayê her wiha diyar kir ku xurekên xwe ji  gundî digire û ev tişt bi lêv kir: “Ez ji jinan dan û standinê dikim. Ez dixwazim piştgiriya wan bikim. Ji ber jinên gund nikarin derkevin derveyê gund ez ji wan digirim. Armanca min alîkarî û piştgiriya wan e.”   ‘Ez xurekekî du caran bi heman bihayî nagirim’   Tugbayê balkişand ser bihayê ku roj bi roj zêde dibin û di vê mijarê de jî ev nirxandin kir: “Ez xurekekî du caran bi heman bihayî nikarim bigirim. Dema min nû dukan vekir biha pir cuda bû û niha jî cudane. Mînak min penîrê bi 5 TL digir niha bi 35 TL digirim. Ez îro nikarim bigirim. Ji bo derve jî serwîsên min tune ne. Ji ber zemê ez kêm xurekê digirim. Muşterî tên dibînin biha zêde ye, tiştekî nagirin. Fatura ceyrana min 2 hezar tê. Ya avê bi heman awayî. Ya gazê 800 TL tê. Ji ber havîne evqas tê. Kirê jî 3 hezare. Ez gelek mexdur im.”   ‘Em gelek bi bandor bûn’   Tugbayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ez jî krîzê bi bandor bûm. Pirsgirêkên aborî dijîm. Lê ez xurekan dîsa jî bi bihayekî kêm difroşim. Ez muşteriyên xwe difikirim. Ez bihayekî li gorî ku ew dikarin bidin didim. Mirov ji ber pirsgirêkên aborî êdî nayên taştê. Dema tên jî  bi tirs tên. Dibêjin gelo wê çiqas be. Malbat nayên xwendekar nayên. Tenê aliyên memur tên ewqas.”   ‘Divê çareseriyek bê dîtin’   Tugbayê, da zanîn ku ji ber temenê min biçûk bû ewil bertek hebûn û wiha bi lêv kir: "Digotin hîna ji bo te zûye tu nikarî bikî. Lê ez bi fikra ku dikarim bikim derketim rê. Lê ji ber krîzê ez carna poşman dibim.  Ez nikarim tiştekî bigirim. Lê ez bi tena serê xwe nikarim vê çareser bikim. Divê em hemû bibin yek. Divê em ji vê re çareseriyekê bibînin.”