Jinên 12 saetan dixebitin nikarin hewcedariyên xwe bistînin 2022-08-18 09:07:47   WAN - Li Wanê ji ber krîza aborî jinên li kargeriyan bi pereyekî kêm dixebitin, diyar dikin ku kargeh jî jinan terîch dikin û rojê 12-13 saetan jinan didin xebitandin. Jinan diyar kirin ku tevî evqas xebat nikarin hewcedariyên xwe yên bingehîn jî bistînin.   Krîza aborî her diçe giran dibe û bêgman yên herî zêde ji krîzê bi bandor dibin dîsa jin in. Jin tevî ku bi mêran re heman karî dikin, heqdestekî wekhev nagirin û dema diçin malên xwe jî li malê kar dikin.   Li navçeya Îpekyolu ya Wanê li manawan piranî jin dixebitin. Em derbarê mijarê de bi jinan re axaftin.   ‘Nikarin hewcedariyên xwe jî bigirin’   Jina bi navê Elvan Acar diyar kir ku ev 6 mehe li manavê dixebite û sibehê saet di 08.00’an de tên dest bi kar dikin û got: “Saetên xebatê dikarin biguherin. Em sibehê 08.00’an de tên lê derketina me carna dibe 20.00 û carna jî dibe 21.00. Em hefteyê 6 rojan dixebitin û rojê 110 TL digirim. Ez nikarim hewcedariyên xwe bigirim.”   ‘Piştevanî mezin dibe’   Elvanê di berdewamiyê de wiha vegot: “Ez bi hevkariya hevalên xwe ketim kar. Piranî xebatkar jinin. Em ji karê xwe hez dikin. Karkerî jî bi zanebûn jinan tercih dikin. Ji ber jin karê xwe baştir dikin. Ji rekabetê wêdetir piştevanî heye. Ez xwe baş îfade dikim. Ez karê xwe baş dikim. Ev min motîve dike.”   ‘Di hemû karî de jin hene’   Gulbahar Îşnas jî destnîşan kir ku hem dixwîne û hem dixebite û wê jî ev nirxandin kir: “Ev du sale li manawê dixebitim. Dibistan dikeve betlanê em dixebitin. Her kar zehmet e. Ez neçarim bixebitim. Ji ber vê zehmetî ne xema mine. Ez nexebitim nabe. Ez sebze û fêkî bi cih dikim. Carna em kaseyan hildigirin. Em her karî dikin. Em karê mêran dikin. Divê jin bixwe bawer bin. Krîzê bandorek mezin li ser me kiriye. Em nikarin hewcedariyên xwe yên bingehîn jî bistînin.”