‘Bi çêkirina xalîçeyan hem debara xwe dike û hem jî çanda kevnar diparêze' 2022-08-13 09:08:09   Sema Çaglak     ŞIRNEX - Esmer Bal bi çêkirina xalîçeyan hem debara xwe dike û hem jî parastina çanda dayik û dapîra xwe dike.    Xalîçe, lekan, qenewîçe û hwd tiştên ku bi keda destê jinan derketin holê xwedî dîrokeke kevnar e. Her motîfên ku dihatin danîn xwedî wateyek bû. Ev çanda ku bi saya dayik û dapîran hatî heta wan rojan îro ber bi windabûnê ve diçe. Esmer Bal a ku li navçeya Elkê ya Şirnexê dijî, bi çêkirina xalîçeyan hem çanda dayik û dapîra xwe diparêze û hem jî pê debara xwe dike.    Pêvajoyeke çêkirina xalîceyan heye û amadekariyeke dirêj dixwaze. Ji bo xaliçeyê, hirî tê bijartin, şûştin, şekirin û ristin. Bi boyaxên xwezayî reng didin rîsên ku hatine ristin. Piştre tevn tê danîn û dest bi çêkirina xaliçeyan dikin. Bi derbasbûna demê re amûrên ku tên bikaranîn jî guherin. Êdî rîsên boyaxkirî û amade hene, ne tevnê bidar tevnê bihesin tên bikaranîn. Lê belê tişta ku neguherî jî motîf û rêbaza çêkirinê ye.    Motîfên gulsarî, lûleper, canbêzar, gulgever...   Esmera ku ji ajansa me re axivî di serî de bal kişand ser çand û hunera kevn û qedim ên dayik û dapîrên xwe û got: 'Ez 40 sal in çanda dayik û dapîrê xwe diparêzim. Motîfên ku ez di xaliçeyan de bicih dikim her yek wateyeke van hene. Gulsarî, lûleper, canbêzar, gulgever, kesneker, sînan û hwd navên motîfan e. Em wan nav û wateyên wan ji dapîrên xwe hîn bûn. Em bi çêkirina xaliçeyan wan motîfan diparêzin."   'Zehmetiyên çêkirina xalîçeyan heye'   Esmera, diyar kir ku her karek zehmetiyeke wê heye û çêkirina xalîçeyan jî zehmet e û wiha axivî: "Bêguman zehmetiya çêkirina xalîçeyan heye. Kedeke mezin û demeke dirêj dixwaze. Ez xalîçeyekî di nav mehekî de çêdikim. Her wiha li gorî kesan û motîfan dema çêkirina xalîçeyan diguhere. Cara 20 rojên min digire û carna jî mehek didome. Her wiha ne tenê ez xalîçeyan ez parzûn, lifîk, laçik, lihêf jî çêdikim."   'Ez hem debara xwe dikim û hem jî çanda kevnar diparêzim'    Esmerê, da zanîn ku bi çêkirina xalîce, parzûn, lifîk, laçik, lihêfan debara xwe dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez hem debara xwe dikim û hem jî çanda dayik û dapîrê xwe diparêzim. Ez hewil didim ku ev çanda kevnar û qedîm winda nebe. Ez wan difroşim û her wiha eleqeyeke mezin jî heye. Kesên  xaliçeyan distînin dixwazin wateyên motîfan jî hîn bibin. Ez hem debara xwe dikim û hem jî çanda kevnar didim nasandin."