Li dijî binpêkirin, şertên giran û nîjadperestiyê têdikoşin 2022-08-11 09:08:59   Melîke Aydin   MANÎSA - Hatun Aysel a 2 sal in li Turgutlu ya Manîsayê dijîn da zanîn ku ew karkeriya demsalî dikin ligel şert û mercên giran ew bi nîjadperestiyê re tên rû hev û got: “Sala borî konê birayê min wan şewitandin. 4 kon bi alavan şewitandin. Hêza wan têr bike dîsa wê bikin. Lê têr nake. Ji ber em gelek qelebalix in.”   Ji ber şert û mercên aboriyê welatiyên wek karkerên demsalî diçin bajarên lê dixebitin bi gelek binpêkirinan re tên rû hev û jiyana wan zehmet dibe. Bi taybet welatiyên kurd li bajarên metropol ku wek karkerên demsalî dixebitin li dijî nîjadperestiyê têdikoşin. Hatun Aysel û malbata wê 20 sal in ji Mêrdînê wek karkerên demsalî tên Turgutlu ya Manîsayê û di konên naylon û bereqeyan de dijîn. Her wiha ligel van şertên zehmet bi nîjadperetiyê re jî tên rû hev.   ‘Nîvê salê di ban bereqeyan de derbas dibe’   Hatun diyar dike ku havînê bêyî cemedank û çilşoyê jiyana xwe didomînin û wiha vegot: “Li vir jiyana me tune ye. Rewşa me li holê ye. Em cilan bi destan dişon. Mutbex tune ye. Baran ser me de dibare. Carna mar tên hundirê kon. Wan rojan mar ketibû bin doşeka zarokan. Zarok dibêjin em biçin lê em biçin ku derê. Em li her derê rastî newekheviyê tên. Di 1993’yan de em ji Qoserê derketin hatin bajarên rojava. Em hatin Menemen a Îzmîrê. Me li Mêrdînê jî kar dikir. Lê dewletê her tiştê me şewitand. Li vir jî em beramberê keda xwe nagirin.”   Gotinên nefretê    Hatunê diyar kir ku ji roja hatine Îzmîrê bi gotinên nefretê re hatine rû hev û wiha pê de çû: “Digotin ‘Hûn dizanin televîzyon çiye, li Mêrdînê ceyran heye, hûn dizanin tirî çiye?’ Lê her tiştê me hebû. Her tiştê me şewitandin. Li hember Kurdan nîjadperestî her diçe zêde dibe. Di cejnan de ber me re derbas dibin û cejna me pîroz nakin. Me wek dijmin dibînin. Em ji wan re nexebitin gunehê wan bi me nayê. Sala borî 4 kon şewitandin. Hêza wan têr bike dîsa dikin lê nikarin bikin. Ji ber em qelebalix in. Me jî dixwest em li ser axa xwe bin û axa xwe biçînin.”