Karê wan cuda derdê wan hevpar e 2022-08-08 09:05:28   WAN - Yên ku herî zêde ji krîza aborî û zema ku roj bi roj tê kirin bandor dibin jin in. Jinên li Wanê dixebitin, karên ku dikin cuda bin jî pirsgirêka wan a hevpar mûçeyê hindik e.   Krîza aborî ji ber polîtîkayên AKP û MHP’ê roj bi roj girantir dibin. Ji hewcedariyên sereke yên xwarinê heta cil û berg, kirê û veguhestinê welatî êdî nikarin tu tiştekî bikin. Ji ber krîzê bêguman yên herî zêde bandor dibin jin in.   Li Wanê jinên dirûnvaniyê dikin, di lokanteyan de dixebitin û tutunê difroşin bandora krîza aborî nirxandin. Jinên ku karên cuda dikin, pirsgirêkên wan hevpar in û diyar dikin ku jin pereyekî kêm digirin.   ‘Qezenca min diçe fature û kirê’   Seyran Elçî 15 sal in dirûnvaniyê dike û got 5 sal in nikare lêçûnên xwe bide û wiha pê de çû: “Xwişk û birayên min karên demsalî dikin. Ji ber vê jî debara malê ez dikim. Ez li 7 serjimarê dinêrim. Xwişk û birayên min bi hatina havînê re kar û barên genim, rez û baxçe û gîha yên gund dikin. Carna ji ber bihayên benzînê nikarin her tim biçin. Ez jî qezenca xwe didim kirêya kargeriyê, fatureya ceyran û lêçûnên mutbexê.”   ‘Ez beramberê keda xwe nagirim’   Seyranê her wiha destnîşan kir ku ji ber nikare mûçe bide ji xwe re alîkar jî nagire û wiha bi lêv kir: “Ez tenê dixebitim. Karê ez dikim jî çend astên wê hene. Ez gelek caran 24 saetan dixebitim. Lê qezencek baş tune ye. Niha maşîneya min xera bûye. Ez bidim çêkirin 500 TL divê bidim. Ji bo vî pereyî jî divê sê fîstanan bidirûm. Berê me derzî bi 3 TL digirt. Niha 20 TL ye. Fermuar 50 kuruş bû niha bûye 4 TL. Ez beramberê keda xwe nagirim.”   ‘Ez hewl didim debara xwe bikim’   Munevver Korkaç ku ji bo debara xwe bike tutunê difroşe destnîşan kir ku rojê 80 lîra qezenc dike û bi vî pereyî jî hêvî dike biçe zanîngehê. Munevverê got 7 xwişk û bira ne û ev nirxandin kir: “Bavê min tenê di înşatan de dixebite. Ev saleke ez tutunê difroşim. Sibehê têm êvarê dertêm. Ez nikarim biçim fêrgehê. Pir biha ne. Niha fêrgeh herî erzan 10 hezar e.  Lêçûna rê û hewcedariyê rojê jî cuda. Ji ber vê ez hewl didim pere kom bikim, biçim fêrgehê.”   ‘Pere kêm didin’   Tugba Yokuş jî daxuyand ku di gelek karî de xebitiye û herî dawî di lokanteyekê de dest bi xebatê kiriye û mehane 2 hezar digire. Tugbayê bi van gotinan rewşa xwe got: “Ez sibehê têm kar, xwarinê çêdikim. Li tezgahê dinêrim. Firaqan dişom. Hema hema hemû karê dikanê ez dikim. Pereyên didin gelek kêm e. Zarokek min heye. Ez ji bo wê li ser piya me.”