Esnafên li Amedê: Em bi krediyan li ser piyane 2022-08-03 09:06:40   AMED - Jinên li Peyasa Amedê esnaftiyê dikin diyar kirin ku ji bo kargehên xwe li ser piyan bigirin serî li krediyan dane û bi zor dawiya mehê tînin.   Ji ber krîza aborî enflasyon her diçe zêde dibe û li hember pereyê tirk her diçe nirxê winda dike. Ji ber vê jî şert û mercên jiyanê her diçe zehmet dibe. Jinên ku herî zêde ji krîzê bi bandor dibin, diyar dikin ku ew neçarin têbikoşin.   Li taxa Gazîlera Peyasa Amedê jinên esnaftiyê dikin, derbarê polîtîkayên aboriyê yên hikûmetê û krîza aborî de axivîn.   ‘Ez ji karê dikim ne kêfxweşim’   Dîlber Îlan ku bufeyek biçûk dixebitîne, da zanîn ku ew ji karê dike ne kêfxweşe û wiha dirêjî dayê: “Ji bo jinan her cureyê kar zehmet e. Jin hem ji alî derdorê ve û hem jî ji aliyê mêran ve zehmetiyan dikşînin. Her kesî got ‘tuyê mehekê an jî sê çar mehan bidomînî’. Lê ev ji bîrkirin ku em hem dayik in hem jin in û em jî bi hêz in. Xelk ji bo min çi difikire ne xema min e.”   ‘Em bi krediyan li ser piyane’   Dîlberê diyar kir ku niha qeyraneke mezin a aboriyê heye û got: "Heta niha min ji dewletê alîkariyek nexwest. Yên derdorên min jî alîkariyek wisa ne xwestine û ne jî dewletê alîkariyeke wisa daye. Lê belê ji bo dikana xwe negirim min ji bankeyê kredî girt û bi vî rengî ez hewl didim ku ser piyan bimînim."   ‘Me di pandemiyê de 3 mehan kepenk girt'    Jina bi navê Mehtap ku dikana wê ya cil û bergên gelerî heye jî wiha bi lêv kir: “Karê me derbarê şahî û dawetan de ye. Em ji karê xwe hez dikin. Berê min ev kar nedikir. Piştî zewicîm min bi hevjînê xwe re ev kar kir. Bêguman her karek zor û zehmetiya wê heye. Pandemiyê de me sê mehan kepenk girt. Li gorî sala me ya ewil sala me ya duyem pir xweş derbas bû. Lê di pandemiyê de em gelek ketin. Muşterî kêm bûn. Me zirar kir. Dewletê bi tu awayî piştgirî neda me. Lê niha krîza aborî bandorek mezin li ser me dike.”   ‘Em bi zor serê mehê tînin’   Salîme Dag ya li mexazeyekê xwarinê çêdike destnîşan kir ku roja mûçeyê xwe digire diqede û li ser vê jî deyn dike û wiha dawî lê anî: “Roja mûçeyê tê ez diçim ATM’ê û heta diçim malê pere hemû diqede. Em di alî aborî de di nava dojehê de dijîn. Ji ber şertên aborî mirov xanî û wesayîtên xwe difroşin. Perwerde têk çûye. Ciwan hemû betal in. Bêguman jiyan ji bo jinê hîn bêtir zehmete. Em neçarin têbikoşin. Wekê din çareya me nîne. Em bi zor dawiya mehê tînin. Em neçarin deyn bikin.”