‘Emê sînoran hilweşînin û azadiya xwe ya aborî bi dest bixin’ 2022-07-13 09:04:28   Medya Uren    RIHA - Xebatkara Kooperatîfa Kîbelayê Fatma Taş têkildarê xebatên xwe û bandora qeyranê ya li ser jinan nirxandinkir û got: “Me bi 7 jinan re xwe kir yek, bi deyn me torbeyek zebze girt û me dest bi hilberînê kir. Me bi diruşma "Em ê sînorên ji jinê re hatine danîn hilweşînin û jinan ji malê derxin" des tpê kir . Em niha 30 jin dixebin û em bi tonan hilberînê dikin. Ji bo bidestxistina azadiya xwe ya aborî ev gavek girîng e ji me re.”   Kooperatîfa Jinan a Kîbelayê beriya 4 salan li Pirsûsê hat avakirin û lê dest bi xebatê hat kirin. Koperatîfa xwe  7 jinan re destpêkiribû niha 30 jin lê dixebite û ji bo jinên herêmê dibe nimune. Herçiqasî qeyrana aborî civakê tevahî xistibe bin bandora xwe  jî jinên kolektif dixebitin di wê baweriyê de ne ku ew ê bikarin çareseriyê ava bikin. Yek ji avakerên koperatîfê Fatma Taş têkildarê xebatên xwe, bandora civakê û qeyrana aborî ya li ser wan ji ajansa me re axivî.    ‘Me bi 7 kesan dest pêkir, em niha 30 jinin’   Fatma di serî de qala pêvajoya destpêkirina xebatan kir û got: “Dema me nû dest bi xebatan kir em 7 jin bûn. Li herêmê jin di nava sînorên malê de, ango di rewşeke ku azadiya wan ya aborî hatiye desteserkirin de dijîn. Lewra me hilweşandina wan sînoran û derxistina jinan ji xwe re kir erk. Divê jin li ser lingê xwe rawestin û ji bo bidestxistina azadiya xwe ya aborî li ber xwe bidin.  Me bi vê diruşmê dest pê kir û em dikarin bêjin me serkeftinên mezin jî bi dest xist. Em niha 30 jin bi hev re dixebitin. Ev jimar ji bo me gelek girînge. Li rexa vê bê guman me zehmetiyên mezin jî kişandin. Zextên civakê, derdor û bi taybetî jî zextên mêran li ser me hebûn. Ev hişmendiya mêrê deshilatdar ji me re zoriyên mezin derxist.”   ‘Me bi torbeyek zebze dest pê kir’   Fatma got jin bixwazin dikarin hemû zoriyan derbas bikin û wiha berdewamkir: “Li gel zextên derdorê  em ji aliyê aborî ve jî pirsgirêk jiyan. Me bi torbeyek zebze dest pê kir. Ew torbeya zebze  jî me bi deyn stendibû. Me 4 sal li pişt xwe hêşt û her ku diçe jî em mezin dibin.  Xebatên me her ku diçe bi piştevaniya jinan re xweştir dibin. Me bi çowalek dest pê kir em niha bi tonan berheman hildiberînin. Ev ji bo me hestek gelek xweş e. Her çiqasî gelek kesan gotin ji me re dikir an jî baweriya xwe bi me nedianî jî gelek kesan piştgiriya me jî kirin. Em spasiya wan ji dikin. Ger ku jin bixwazin dikarin hemû zoriyan  derbas bikin û bigihêjin serkeftinê.”   ‘Em di frotina berheman de pirsgirêkan dijîn’   Fatma wiha berdewamkir: “Em berhemên xwecihî hildiberînin. Lewra yek ji pirsgirêkên herî mezin ya em dijîn jî bazarkirina berheman e. Weke çareserî jî divê em demlidest li bazaran berhemên xwe bidin firotin û kooperatîfên firotinê ava bikin. Lê yên firotinê tune ne û em berhemên xwe nafiroşin marketan. Dema te cihên firotinê nedît, tu êdî nikarî hilberînê jî bikî. Bi vî rengî tu nikarî zêdetir jinan jî li gel hev kom bikî.  Ji xwe rewşa aborî ya Tirkiyê jî diyare. Kes nikare nanek bibe malê.”   ‘Em ê bikarin biser bikevin’   Fatma herî dawî wiha got: “Di rewşa asayî de em di vê demsalê de dest p bi hilberînê dikin.  Lewra ji ber qeyrana aborî me hîna dest bi xebatên xwe nekiriye. Rûxmê ku em di nîva havînê de ne firingî gelek biha ne.  Weke firingiyan her zebzeyek biha ye. Di 2 salên dawî de jî em van pirsgirêkan dijîn. Cardin ji sala çuyî vî wextî me dest bi hişkirina bacanên reş û çêkirina ava firingiyan kiribû. Qeyrana aborî desturê nade em dest pê bikin. Bi çandin û hilberandinê enceq em dikarin xebata xwe bidin berdewamkirin. Em di vê baweriyê de ne. Divê em piştgiriya hev bikin. Ger wisa be em ê bikarin bi ser bikevin.”