Esnafên li Kolana Fistanan: Em nikarin danûstandinê bikin 2022-07-11 09:03:08   Zelal Tunç   WAN - Esnafên li Kolana Fistanan a Wanê ji ber qeyrana aborî bi gazincin, ne esnaf dikare firotinê bike û ne jî welatî dikare bistîne. Dirûnkar Zeynep Adiyaman polîtîkayên aborî yên îqtîtarê rexne kir û got: "Êdî em nikarin bijîn."    Polîtîkayên aboriyê yên hikûmetê qeyrana aborî ya heyî bêtir kûr dike. Êdî welatî hewcedariyên xwe yên rojanê jî nikarin bistînin. Ne welatî dikarin danûstandinê bikin û ne jî esnaf dikarin tiştek bifroşîn.  Li Wanê bi taybetî çanda kiras û fistanan pêşketiye. Di dawet, cejn û rojên taybet de ev cil tên tercihkirin. Lê ji ber ku kumaşên wan kiras û fistanan li derve tên buhayê wê zêde ye, ne welatî dikarin bistînin û ne jî esnaf dikarin bifroşîn. Esnafên li Kolana Fistanan a Wanê ji ber qeyranê bi gazinc in.    3 metre kumaşên fistanan ji 150 TL dest pê dike heta 2 û 3 hezarî TL diçe. Her wiha hin kumaşên ku bi moriyan hatine xemilandin bêtir bûhane. Her wiha buhayê dirûtina wan fistanan jî zêde bûye. Dikandarên ku kumaş difroşîn, dirûnkarên kiras û fistan didirûn û welatiyên ku danûstandinê dikin ji ber qeyrana aborî bi gazinc in.    'Esnaf ji qeyrana aborî bibandor bûne'   Yek jî wan dirûnkaran Zeynep Adiyaman e. Zeyneb, 10 sal in vî karî dike. Serê sibê dest bi kar dike heta evarê didomîne. Zeynep jî da zanîn ku li gorî par îsal bêtir kumaş buhabûne û esnaf ji ber ve yekê pir bandor bûye û got: "Hem esnaf bi bandore û hem jî welatiyên ku kumaş distinin. Bi kirina kumaş re kar xilas nabe û dirûtuna wê jî buhaye. Her jinên ku tên ji neçariyê bazarê dikin û dixwazin buhayê dirûtinê kêm bikin. Salên borî min herî kêm rojê 15 fistan didirût, lê îsal rojê fistanek tenê didirûm. Ji ber vê sedemê jî welatî li şûna ku bistîne û bidûrê fistan û kirasên berê li xwe dikin."    'Ez rojê 50 TL qezenç dikim'   Zeynep, diyar kir ku ji ber ku êdî kêm kes tên niha cilên ciriyayî didirûn û wiha axivî: "Ez niha 2 hezar TL kira xanî didim, hezar TL jî didim kiraya dikanê. 7 zarokên min hene û ji wan 5 heb diçin dibistanê. Mesrefa min a mutbaxê dibe hezar TL. Ez rojê 50 an jî 60 TL qezenç dikim. Gelo ez ê çawa bijîm."    'Em bibin yek em dikarin îqtîdarê biguherînin'   Zeynep di axaftina xwe de wiha bal kişand ser sedema qeyrana aboriyê: "Sedema esasî polîtîkayên îqtîdarê ye. Li welat tiştek baş nîne. Bi israr kurd deng didin AKP’ê û carek din dikin îqtîdar. Xizan her xizan e, dewlemend her dewlemend e. Bê kar û bê pere dijîn. Li malê tenê ez dixebitim, ji ber ku hevjînê min nexweş e. Divê êdî kurd bibin yek. Heke bibin yek dikarin di hilbijartinê de îqtîdarê biguherînin."    Zeynep wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez dixwazim şer bisekîne. Bila pirsgirêk bê çareserkirin. Bila ev şer û zilm bi dawî bibe."