'Hikûmet bi zêdekirina mûçeyan henekê xwe bi gel dike' 2022-07-10 09:04:16   Medya Uren   AMED - Sekretera Genel Îş a Şaxa 2'yem a Amedê ya giredayî DÎSK'ê Hanîfe Kardaş, diyar kir ku hikûmet bi zêdekirina mûçeyan henekê xwe bi gel dike û got: "Ji sedî 90 bûdçe ji şer re vediqetînin û ji sedî 10 jî ji gel re vediqetînin. Roja ku mûçe zêdekirin bihayê xurekan jî zêdekirin."   Li Tirkiyeyê mijarek din a sereke ya ku bandorê li tevahiya beşên civakê kiriye qeyran aborî ye. Roj bi roj xurek, cil û berg, pêdivên rojane, petrol, gaza xwezayî, kîrayên xaniyan û hwd buha dibin. Îqtîdar li hemberî buhabûnê mûçeya ku 4 hezar 253 TL zêde kir û kir 5 hezar û 500 TL. Sendîkayên karker û kedkaran li dijî vê zêdekirinê derketin û ev zêdekirin li gorî şert û mercên heyî yên Tirkiyeyê têr nake.    Sekretera Sendîkaya Karkerên Xizmetê ya Giştî ya Tirkiyeyê (Genel Îş) a Şaxa 2'yem a Amedê ya girêdayî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Hanîfe Kardaş derbarê qeyrana aborî, rewşa gel û polîtîkayên ku tê meşandin de ji ajansa me re axivî.    'Hemû pêdiviyên jiyanî bihabûn'   Hanîfe, diyar kir ku qeyrana aborî piştî şewba koronoyê bêhtir ket rewşeke xerab û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji xwe Tirkiye ne di wê astê de ye ku xwe ji qeyraneke bi vî rengî rizgar bike. Di pêvajoya 2 salan de gelek kargeh hatin girtin û hejmareke zêde de kes ji kar hatin derxistin. Zamên ku pêk hatin, ji mûçeyên beriya salekî kêmtirîn. Weke federesyona DÎSK’ê me hevdîtin bi rayedarên dewletê re kir û got mûçe pêwîste ne di bin sînorê birçîbûnê de be. Ger wisa be wê pêdiviyên karkeran nayên pêşwazîkirin. Wê demê mûçeya kêmtirîn bilindî 4 hezar û 200 TL hat zêdekirin. Lewra li kêleka wê enflasyon jî ji sedî 200 bilindbûnê nîşankiribûn. Hemû pêdiviyên jiyanî bihabûn. Gelek kesên bi vê muçeyî dixebitin niha nikarin nanek zuha jî bibin malên xwe. Piştî wê jî hejmara karkerên ku ji hatin derxistin zêde bû."    ‘Henekên xwe bi gel dikin'   Hanîfe da zanîn hikûmet bi zêdekirina mûçeyan henekê xwe bi gel dike û wiha bi lêv kir: "Mûçeya kêmtirîn bilindî 5 hezar û 500 TL hat kirin. Lewra niha jî sînorê birçîbûnê li Tirkiyeyê di bin 6 hezarî de ye. Ligel bilindkirina mûçeyan di heman demî de bihayê xurekên ên wekî şekir, çay û gelek pêdiviyên din jî hatin zêdekirin. Îqtîdara ku pereyê dixe berîkekî, bi du qatên din ji berîka din derdixe. Em temaşe bikin em ê bibinin ku tu karker nikarin bi wî mûçeyî debara xwe bikin. Di malbateke 4 kesî de 10 hezar TL, tera jiyaneke ji rêzê jî nake."    ‘Ji bo şer ji sedî 90 budçe'     Hanîfe, destnîşan kir ku îqtîdar ji sedî 90 bûdçe dide şer û ji sedî 10 jî dide gel û got: "Dema îqtîdar dixitime serî li şer dide û bi vî rengî jî hewil dide ku hebûna xwe li Tirkiyeyê biparêze. Ji ber vê pergalê ciwan, jin û her wiha hemû beşên civakê mexdûr dibin. Di nav pergalê de jî bi taybetî jin jî li hindûrê malê tên hepskirin. Jin hem ji aliyê dewletê ve û hem jî ji alê mêr ve tên mexdûrkirin."   ‘Li kargehan êrişên zayendperest pêk hatin'    Hanîfe di berdewamiya axaftina xwe de wiha balkişand ser êrişên li hemberî jinan: "Qeyûm bi xwe pergala serdestê ye û karek nakin û li cihê ku rûdinên 40 û 50 hezar TL mûçe didin erkdarên xwe. Heke ev kes jî nikarin debara xwe bikin gelo welatî dê çi bikin? Li Amedê bi sedan malbatên hene ku birçî radikevin. Her wiha gelek karker ji kar hatin avêtin û yên mayî jî bi tundî û mobîngê re rûbirû man. Heq, hiqûq û wekhevî ne ev e. Di şert û mercên wisa de jî herî zêde karkerên jin bi bandor dibin. An di serî de ji kar tên avêtin an jî bi tundiyê re rûbirû dimînin. Mirov dikare ji şaredariyan mînak bide. Piştî qeyûm hatin tayînkirin di serî de mafê jinan hat binpêkirin. Jin di karen weke ‘karê sivik yên jinan’ de hatin erkdarkirin. Bi hişmendiyeke ku em ê bi zext û çewisandinan wan bidin avêtin dan meşandin. Di kargehan de êrişeke zayendperest û nîjadperest pêk hatin."   ‘Divê em hilbijartineke baş bikin'    Hanîfe wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesên ku li gorî îqtîdarê nebe yan tên girtin, yan jî rastî gefan tên. Her deverê me ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Gelek kes jî li ser medyaya dîjîtal bertekên xwe tînin ziman. Lewra bi qanûna sansurê re jî dixwazin gel ji binî ve bêdeng bikin. Lê belê ev wisa nameşe. Pêwîste li hemberî vê yekê em bertekek xurt nîşa bidin. Hilbijartinek li pêşiya me ye û pêwîste em hilbijartineke rast bikin.”