Komxebata 'Kooperatîf' a Meclîsa Jinan a DTSO'yê dest pê kir 2022-07-02 11:59:53   AMED - Ji hêla Meclîsa Jinan a DTSO'yê ve Komxebata Kooperatîfên Jinan a Herêmê hat lidarxistin.    Ji hêla Meclîsa Jinan a Odeya Sinayî û Bazîrganiyê ya Amedê (DTSO) ve bi tevlîbûna 40 kooperatîfên jinan û ji 15 bajaran, Komxebata Kooperastîfên Jinan a Herêmê hat lidarxistin. Berdevka meclîsê Nevîn Îl axaftina vekirinê kir.    Nevîn, diyar kir ku tevlîbûna jinan keyfweşiyek e û got: "Em ê bi ve re rojeke serkeftî derbas bikin. Ji bo jinan hebûna tora piştevaniyê girîng e. Bi piştevaniyê me di meclîsa xwe ya jinan ava kir. Ji bo temsîliyeta jinê xurt bikin me dest bi kar kir. Ji bo jin di qada aborî de bê dîtin em bi rê ketin. Meclîsa me li cîhanê û Tirkiyeyê bû modelek. Di meclîsê de 48 kes hene û em bi hev re dixebitin. Em hêvî dikin bi piştevaniyê em ê bi hêz bin."    Nevîn di axaftina xwe de bal kişand ser kar û barê meclîsa jinan.    Komxebat ji çapemeniyê re girtî dom kir.