Bêrîvanên Botanê: Yek ji sedema aloziyan û xizaniyê kirinên hikûmetê ne 2022-06-14 09:03:40     ŞIRNEX - Li zozana Berkanîka ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê bêrîvanên ku bi salane pez xwedî dikin ji ber polîtîkayên şer ê hikûmetê êdî keda destê xwe nastînin û keda wan tê binpêkirin. Bêrîvanên ku ji vê rewşê ne razîne gotin: Berê qîmeta pez hebû. Berê me ji pez sûd digirt. Lê niha tu feyda pez ji me re tune ye. Her tiştek biha bûye, tu xweşiya tiştekî nema ye. Her roj mazot buha dibe. Êdî mirov nikare debara xwe bike. Yek ji sedema aloziyan û xizaniyê kirinên hikûmetê ne."   Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şer ê hikûmeta AKP-MHP'ê aloziya aborî her ku diçe berfireh dibe û dixetime. Hikûmeta ku di polîtîkayên xwe yên aborîyê de têk diçe çareseriyê jî bi bihakirinê dibîne. Budçeya ku ji şer re tê veqetandin dibe yek sedemê tekçûyina aboriya Tirkiyeyê. Ji vê aloziya aborî her aliyên civakî bi bandor dibin û para xwe digirin. Herêmên ku bi sewalkariyê debara xwe dikin jî para xwe ji aloziya aborî girtin û nema dikarin pez xwedî bikin. Li navçeya Elkê ya Şirnexê bêrîvanên ku her serê sibehê di seatên zû de radibin û berê xwe didin zozanê Berkanîka heqê destê xwe nastînin. Jinên ku bi salane bêrîvaniyê dikin û debara xwe bi sewalkariyê dikin ji aloziya aborî û bêqimetkirina sewalkariyê ne razî ne.   'Çawa dibêjin krîz tune ye'   Ji bêrîvanan Esmer Durmuş (60), anî ziman ku keda destê wan tê binpêkirin û got ku bi aloziya aborî ev bêtir hate dîtin û wiha axivî:"Em her roj seat 8'an tên bêrê. Heta ku em diçin yek saniyekê em nasekinin. Rojê du caran pez didoşin. Heta ku em diçin malê saet dibe 5'ê êvarê. Xwedîkirina pez gelekî zehmet e. Êdî tu fêdeya pez nema ye. Hema ew e ku kar tune ye û ji neçariya xwe em xwedî dikin. Dewlet jî bi tu awayî piştgiriyê nade me. Çend rojên din em ê konên xwe li zomê vedin. Vê carê jî dibe 2 mal û debar pir zehmet dibe. Aloziya aborî heye û tişt giran bûne. Li mala me tenekeyeke rûn 20 rojan jî têra me nake, ji ber ku em qerebalix e. Em ji nêçariya xwe pez xwedî dikin. Ew jî em dibêjin goştê me hebe, ku em bikaribin bixwin. Torbeyê arî hatiye 400 lîreyan, tenekeyek rûn bûye 800'î. Çawa dibe ku dibêjin krîz tune ye. Ma ev ne krîz e? Berê dewlemendên gundan ew bûn ê ku pez xwedî dikir. Lê niha xizanê gund bûne ew. Lê qasî jî destê me bê em ê pezê xwe xwedî bikin."   'Êdî mirov nikare debara xwe bike'   Yek ji bêrîvanan Hatun Durmuş (57), bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên şer da û anî ziman ku yek ji sedema aloziyan polîtîkayên hikûmetê ne û got:"Berê qîmeta pez hebû. Berê me ji pez sûd digirt. Lê niha tu feyda pez ji me re tune ye. Her tiştek biha bûye, tu xweşiya tiştekî nema ye. Her roj mazot buha dibe. Êdî mirov nikare debara xwe bike.Tu maaşê me nîne. Em bi vî pezî ve rezîl dibin. Ev ne xema dewletê ye jî. Kî biçe çiyayan ji xwe re giya kom bike jî dibêjin 'terorîst e' dikujin. Em her tiştekî dikirin. Cih dikirin, ka dikirin. Niha tu qîmeta pez nema ye. Pez nayê kirîn. Kes pez nakire. Tu xweşiya vê demê nema ye. Em jî debara xwe bi sewalkariyê dikin. Lê nahêlin ku em pez jî xwedî bikin. Her roj şer e her roj diçe cihekî şer dike. Li vir debara her kesekî li ser vî pezî ye. Heke ku pez xwedî nekin zarokên wan wê birçî bimînin."   'Em heqê destê xwe nastînin'   Eydê Durmuş (56), diyar kir ku Tirkiye di rewşeke awarte de derbas dibe û wiha axivî:"Em bi zehmetiyeke mezin pez xwedî dikin. Êdî xwedîkirina pez ne weke berê ye. Bûye krîz em êdî nikarin zarokên xwe û pezê xwe xwedî bikin. Em heta êvarê li ber vê tavê pez didoşin. Em heqê destê xwe nastînin. Debara me jî ev pez e, lê ew jî em nema dikarin xwedî bikin. Hem ji ber van qedexeyan û hem jî ji ber vê aloziyê kes nema ku pez xwedî bike. Em dixwazin ku her tiştek erzan bibe ku em jî bikaribin pez xwedî bikin. Pere tune ye ku em heqê erebeyê bidin. Ji ber ku mazot biha bûye em ê konên xwe li vir vedin û heta payîzê li vir bimînin."