Kedkarên çandiniyê: Berpirsê qeyranê dewlet e 2022-06-01 09:02:34   Medya Uren   MÊRDÎN - Cotkarên navçeya Stewrê dan zanîn berf û barana di dawiyê de hatiye ew ji qeyranê xilas nekir û wiha gotin:"Pirsgirêk ne tenê hatina teyrokê û ji sermayê şewata daran e. Mixabin em nikarin şitilan jî bistînin an jî tovan bikirin. Yên me çandine jî bi teyrokê tune bûn. Barana hatiye jî dereng barî. Zad hişk bûne şûnde barî. Îsal hilberîn tune ye. Em jî betal in li malê ne. Sedema qeyranê dewlet e."   Di çend salên dawî de qeyrana heyî bi pêlek mezin bilind bû. Bihabûna mazot, gubre û tovên xurekan ji bo cotkaran bû sedema pirsgirêkên mezin. Barana îsal hatiye hinek ji bo cotkaran bûbe hêvî jî teyroka hatiye hêviyên heyî jî wenda kir. Niştecihên navçeya Stewra girêdayî Mêrdînê dibêjin îsal rewşa wan ji her salê xirabtir e û qeresî, gwîz, tirî hema bêje şîn nebûne. Têkildarî mijarê me mîkrofona xwe dirêjî jinên  kedkar ên çandiniyê kirin.    'Em ê nikaribin îsal bastîq û beniyan çêbikin'   Cemîle Erdem di serî de qala gund kir û got: "Em debara xwe bi çandiniyê dikin. Bi taybetî jî bi gwîz, tirî û qeresiyan. Hinekî keyfa me hat me got baran hat, wê hilberîn jî zêde be. Lê belê mixabin bi baranê re teyrok jî hat. Tiştên ku serê xwe rakirine jî perçiqîn. Ji ber sermayê şênkaya me şewitî. Îsal qeresî, gwîz û tirî ji tune ne. Wê hinekî tirî bigire lê ew jî têr nake. Em ê nikaribin îsal bastîq û beniyan çêbikin. Encex têra dimsa me bike. Her wiha ji bo çandiniya erd jî gelek derfetên me tune ne. Ji gubreyê heta mazotê û tovê fêkiyan her tişt biha bûye. Em ê îsal jî hewl bidin debara xwer bi firingî û îsotan bikin."   'Em nikarin nane xwe derxin'   Nazîme Tanik jî diyar kir ku ev pirsgirêka hilberînê demek dirêj e berdewam dike û wiha got: "Di çend salên dawî de li aliyekî zuhabûn û li aliyekî jî qeyrana aboriyê rewşa me xist xeteriyê. Ji ber ku em li van gundan aboriya xwe tenê bi çandiniyê dikin. Bi taybetî jî bi qeresî, tirî û gwîzan em sala xwe diborînin. Lê belê mixabin îsal ew tune ne. Ji bo cot jî tereqtor lazim e û ji bo vê jî herî kêm dê 5 milyar biçe. Ez tenê li erdê xwe bidim şixulandin jî wê ji 10 milyarî kêmtir nebe. Mazota wê ye, gubreyê wê ye û her wiha xebata wê hemû jî biha bûye. Em ê nikaribin nanê xwe derxin."   'Berpirsiyarê qeyranê dewlet e'   Nûrê Aydin a dibêje berpirsê qeyranê dewlet e jî wiha pê de çû: "Pirsgirêk ne tenê hatina teyrokê û ji sermayê şewata daran e. Mixabin em nikarin şitilan jî bistînin an jî tovan bikirin. Yên me çandine jî bi teyrokê tune bûn. Barana hatiye jî dereng barî. Zad hişk bûne şûnde barî. Îsal hilberîn tune ye. Em jî betal in li malê ne. Sedema qeyranê dewlet e. Baran û berfê me ji tunebûnê xelas nekir."