Hatûn Bûrak: Hemû berhemên me xwezayî ne 2022-05-29 09:08:47   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Hatûn Bûrak a ku li gundikê Meydanî yê girêdayî navçeya Elkê ye û bi çêkirina penîr debara xwe dike, anî ziman ku ew bi taybet penîrê bi sîrik çêdike û got ku hemû berhemên wan xwezayî ne.    Bi hatine demsala biharê re xweza jî xwe nû dik û herderê bi giya û pincar şîn dike. Di vê demsalê de kesên xwedî pez berê xwe didin zozanan û ji bo jinan jî dema bêrîvantiyê dest pê dike. Jinên bêrîvan ên li zozanan tenê bêrîvantiyê nakin û di heman demê dest bi çêkirina penîr jî dikin. Hatûn Burak a 65 salî ya li Gundikê Meydanî yê Navçeya Elkê ya Şirnexê jî ku penîr çêdike diyar kir ku têkîliya wan a bi xwezayê re geelk xurt e û hemû berhemên wan xwezayî ne.       ‘Giyayên xwezayê ji bo nexweşiyan derman e’   Hatun Burak diyar kir ku ew 20 sal e li vî gundî dimîne û piraniya jinên vî gundî bi karên sewalkarî û komkirina giya ango pincar debara xwe dikin. Hatun, wiha axivî: “Em di her demsalê de kedê didin. Di heyva Gulanê de em diçin Zozanê Faraşînê û pincarê wekî siyabo, mendik û sîrîkê kom dikin. Piştre em pincarê siyabo û gelek pncarên din dikelinin û dixin qûtiyan. Vî pincarê ku em dikin qutyan em ji bo xwarina xwe ya zivistanê hiştînin. Em van cureyên pincar dikin nava xwarinên xwe û ji bo tendirustiyê jî gelek baş in. Her wiha em siyabo û sîrîkê ji bo penîr jî bikar tînin. Em hûr hûr dikin û dikin nava penîrê xwe.”   ‘Çêkirina penîrê bi giya’   Hatun, di berdewamiya axaftina xwe de ji me re bahsa çêkirina penîrê bi giyayê sîrk kir û wiha got,  “Çêkirina pênîr gelek zehmet e û bi rojan em  pê re mijûl dibin. Em vî penîrî di meha Gulanê de çêdikin. Ewilî diçin zozanan pezê xwe didoşin.  Piştre şîrê ku tînin jî em li parzîn didin û ji bo pênîr amade dikin û di nava meteryê de 10 rojan dimînê. Em giyê  xwe jî di nav xwê de hefteyek dihêlin. Piştre em ava penîrê xwe parzun dikin û penîr dikin turikan. Em kevir didin ser turikan û du rojan wisa li bendê dimînin. Çêkirina qûtîyek pênîrê bi tevahî nêzî hefteyekê me digire.”   ‘Hemû tiştên me xwezayî ye’   Hatûn, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji meha Gulanê heya meha tebaxê pênîr çêdikin û bi taybet jî penîrê bi sîrik em çêdikin. Piştî meha tebaxê jî em rûnê nivîşk, givirk, mast û to çêdikin. Ango em di her demsalê de dixebitin û qet li cihê xwe nasekinin. Hemû berhemên me xwezayî ne û ew jî girêdana me ya bi gund re xurttir dikin.”