'Yekîtî û keda jinê jiyanê xweş dike' 2022-05-28 09:02:24   Hêlîn Asmîn   QAMIŞLO - Jinên ji Gundewarên Tirbesiyê yên ku karê çandiniyê dikin û debera xwe ya rojane dikin bal kişandin ser kar û xebata ku dikin û wiha gotin:"Pêdiviya me bi kirina debarê heye. Ji bo em nebin mixtacê kesekî din em karê xwe bi keda destê xwe dikin. Yekîtî û keda jinê jiyanê xweş dike."   Jinên ku li Gundewarên Tirbesiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karên çandiniyên dikin, her sal li gor wê demsalê karê çandiyê dikin. Îsal jî bi hatina biharê re jinên li Gundên Tirbesiyê kar û xebatên xwe yên li ser erdan zêde kirin. Lê belê ji ber kêmbûna avê jî bi zehmetiyan rû bi rû jî dimînin. Gelek caran jî ji ber dewleta tirk agir bi zeviyên wan xistine keda wan vala hatiye derxistin. Jinên Gundewarên Tirbesiyê yên ku karê çandiniyê dikin û debera xwe a rojane dikin têkildarî karê çandiniyê axivîn.    'Em bi hevdu re tên vir û heta êvarî di nava zeviyan de ne'   Gulperî Ekrem a ji Gundê Xetranayê ye di destpêka axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Em serê sibehê di destpêkê de dema radibin pezê xwe didoşin, piştre karê malê dikin. Em bi hevdu re tên vir û heta êvarî di nava zeviyan de ne. Me îsal kizber, genim, nîsk û kîmon çandiye. Berhemên me ji ya sala din baştir in. Em par jî dihatin lê wekî îsal ne baş bû, em  30 kes li vir radikin. Hemû jin in, her yek ji me ji gundekî hatiye. Hatina nava erdan me kêfxweş dike. Bi qasî ku em di nava zeviyan de rehet in em li malê xwe ne rehet in. Em di demên dirêj de têne nava zeviyan. Di destpêkê de em gelekî diwestiyan lê belê niha em hîn bûne. Bi destpeka biharê erdê me ne baş bû lê bi hatina baranê re baş çêbû. Niha li gundên me piranî çandinî baş çêbûye."   'Em bi  serkeftina gerîla li vir in'     Fatima Mûhammed a berxwedana gerîla silav kir wiha got: "Ez serkeftinê ji gerîla re dixwazim, bi keda xwe em hatin vê derê. Em bi serkeftina gerîla li vir in. Me di malê xwe de jî çandinî kiriye. Niha her kesekî, li ber mala xwe xiyar, kundir, firingî û şênkayî çandiye."   'Yekîtî û keda jinê jiyanê xweş dike'   Emel Mehmed, bi lêv kir ku ji ber kêmbûna avê wan di warê çandiniyê de zehmetî dîtine û wiha lê zêde kir:" Ev du sal in baran kêm bû ji ber vê weke tê xwestin berhem nîne. Ji ber kêmbûna avê me îsal kizber, nîsk, nok û genim çandin. Li gor par baş bû lê hîna zirar heye. Ji meha nîsanê heta niha em têne nava erdan, me di destpêkê de kizber kom kir. Niha jî em nokan kom dikin. Piştî nok xilas bin em ê genim kom bikin. Pêdiviya me bi kirina debarê heye. Pêdiviya me bi kirina debarê heye. Ji bo em nebin mixtacê kesekî din em karê xwe bi keda destê xwe dikin. Yekîtî û keda jinê jiyanê xweş dike. Ger bîrek me hebûya wê hîn zêdetir çandiniya me pê biba lê ji ber ku bîra me nîne em niha tenê tiştên hene diçînin. Lê ger bîrek hebûya wê jinên ku niha kar dikin, zêdetir kar bikirana. Ji ber derfetê kar gelek kêm e. Jin ji ber hem li vir hem li mal kar dikin hinek zehmetî tên jiyîn. Ji ber zarok hene, hin hevalên dema tên bi xwe re zarokan jî tînin, loma rê bi wan dûr tê. Jin dema li hevdu kom dibin hîn zêdetir ji hevdu fêm dikin. Êş û azarên dijîn bi hev re parve dikin. Ez dikarim bêjim hatina me ya nava zevîyan êşên jinan kêm dikin."   'Em li nav erd rojên xweş derbas dikin'   Mewlide Ehmed jî da zanîn ew di destpêka biharê de dest bi karê xwe dikin û wiha lê zêde kir:"Em ji karê ser erd hez dikin. Ger ne ji zarokên me baya em ê hîn zûtir jî bihatana. Em karê xwe yê vir gelek caran li gor ê malê bi rêxistin dikin. Niha em nokan kom dikin. Dema nok xilas bibin em ê kizberê kom bikin. Em di nava erdên xwe de ji xwe re stranan dibêjin. Li hev kom dibin û rojên xweş derbas dikin."