Makbule Karakuş: Operasyon me dikin fikaran 2022-05-16 09:03:17   Şîrîn Çinar   DÊRSÎM - Makbule Karakuş ya 58 salî ku 5 sale bêrîvaniyê dike, diyar kir ku karê zozanan zehmete û ji ber opoerasyonên leşkerî jî bi tirs û fikarin.   Li Dêrsîmê bi germbûna hewayê re Bêrîvan diçin zozanan. Bêrîvan zivistan, havînê û di şertên zehmet de ji bo sewalên xwe bi kîlometreyan rê dimeşin. Li aliyê din jî germa havînê û operasyonên leşkerî yên li herêmê Bêrîvanan dide zorê.   Li gundê Haci Cemal ya girêdayê Pertek a Dêrsîmê jina bi navê Makbule Karakuş ya 58 salî 5 sale li Dêrsîmê Bêrîvaniyê dike û der bare jiyana xwe de axivî.   ‘Zor û zehmetiyê jin dikşînin’   Makbuleyê daxuyakirin ku karê zozanan zehmete û ji bo dotina pez sibehê zû şiyar dibin û wiha vegot: “Carna bi şev li şûna şivanan jin pez dibin çêrandinê. Em di meha hezîranê diçin zozanan. Dawiya meha gulanê de jî em tên bajêr. Em sibê û êvarê rojê du caran pez didoşin. Em ji şîrê pez penîr û mast çêdikn. Piranî em difroşin bazirganan. Yên din jî em ji bo xwe hiltînin. Di dawiya meha tebaxê de em nivîşk çêdikin. Em gelek zehmetiyan dikşînin. Bi taybet jî em zivistanê zehmetiyê dikşînin.Li şûna şivanan carnan bi şev em pez dibin çêrandinê. Ji bo vê jî yên herî zor û zehmetiyê dikşînin jinin.”   ‘Em bi tirs dijîn’   Makbuleyê destnîşan ji ber operasyonên leşkerî qadên zozanan her tim tên bombebarankirin û ji ber operasyonan bi fikarin. Makbuleyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji navçeyê heta em diçin zozanan gelek  nokteyan lêgerînê dikin. Em nikarin alavên xwe bibin. Alavên me dikin pirsgirêk. Dibêjin hûn çima evqas alav tînin hun didin kê? Alavên zêde dibînin ji me digirin. Em her tim bit irs dijîn. Li aliyê din havînan pirsgireka avê heye. lê em neçarin vî karî bikin. Ji ber wekê din çareya me tune.”   ‘Li gorî xwe biha datînin’   Makbuleyê balkişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê her diçe giran dibe û got ji zema tê kirin nikarin lêçûnên xwe jî bigirin û wiha dawî lê anî: “Penîrê em çêdikin erzan digirin. Li aliyê din jî êmê sewalan bihaye. Ji ber vê em nikarin lêçûnên xwe bigirin. Em deyn digirin. Em sewalan bifroşin jî em nikarin ji nav derkevin. Em vegerin navendê jî em ê tî û birçî bimînin. Berê qe nebû me beramberê keda xwe digirt. Li vir çandinî jî nayê kirin.  Li gorî xwe biha datîin. Dibin sedema karker û gundiyan.Ji ber zema her roj tê kirin em naxwazin televîzyonan temaşe bikin.Em êdî bêzar bûne.”