Bi hezaran kedkar li dijî pergala 'faşîst' sekinîn 2022-05-01 16:35:36   STENBOL - Bi deh hezaran kes beşdarî mîtînga 1'ê Gulanê ya Qada Maltepeyê bûn û di mîtingê de têkoşîna li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê derket pêş.    Li Stenbolê bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekitiya Hekîmên Diransaz (TDB), 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran hat pîrozkirin. Mitînga ku bi dirûşma “Em ê bi hev re bi ser bikevin” hat lidarxistin bi dawî bû. Mitîng li Qada Maltepeyê pêk hat. Bi hezaran kedkar û karker û endamên partiyan li nokteyên cuda li hev kom bûbûn û ber bi qada pîrozbahiyê ve dest bi meşê kiribû. Li qada bi deh hezaran karker kom bûn û li ber stranan govendê gerandin.    Rêxistinên sivîl ref bi ref herikîn qada mitîngê     Jinên li qadê kom bûn pankartên xwe vekirin û peyama raperînê dan. HDK, HDP, DBP, TJA'yê jî bi pankarta û dirûşmên xwe di pîrozbahiyê de cih girtin. DBP’ê pankarta "Em bi hev re li dijî şer û xiyanetê têkoşînê mezintir bikin" vekir. Dayikên Aştiyê jî pankarta "Em li dijî şer aştiyê diparêzin" vekirin û di nava meşa ber bi qadê de cih girtin. Bi dehan sazî û dezgehên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî ref bi ref herikîn qada mitîngê.    Dayikên Aştiyê silav ji Îmraliyê û girtiyên li zindanan şandin   Dayikên Aştiyê ku bi laçikên xwe spî balê dikişînin ser xwe dovîzên "Jin naxwazin şer bikin" û "Niha dema jinan e" hildan û dirûşma "Hezar hezar silav li zindanan be" û "Hezar hezar silav li Îmraliyê be" berz kirin.    Bi deh hezaran kedkarên ku beşdarî mîtingê bûn gotin ew ê pergalê biguherînin.   Mîting bi stranên Kardeş Turkuler û bi gerandina govendê bi dawî bû.