Li Marmarayê 1'ê Gulanê: Em ê tifaqa zilmê biqedînin 2022-05-01 15:31:07   KOCAELÎ / BURSA - Bi hezaran kes di 1'ê Gulanê de derketin qadan û gotin:"Em ê tifaqa zilmê biqedînin."   Bi pêşengiya Platforma Demokrasî û Kedê ya Kocaeliyê mîtinga 1'ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştevanî û Yekîtiyê li Anitparkê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Şoreşger (DÎSK), TMMOB beşdarî mîtinga bi dirûşma "Ev pergal wiha naçe em ê biguherînin" hat lidarxistin, bûn.    'Ji şer re na'   Girseya serê sibehê li Parka Dogu Kişla hatin ba hevdu ber bi Anitparkê ve meşiya. Di meşê de dirûşmên "Gezî rûmeta me ye","Em ê pergala zem zulum û xizaniyê biguherin", "Dê dawî bêhempa be", "Aştî","Ji şer re na" hatin berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê metna çapemeniyê hat xwendin. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK'ê a Kocaeliyê Erdal Karakuş da zanîn ev pergal mafê gel dixwe.    Şer û dagirkerî   Erdal bal kişand ser zirara ku şer û dagirkerî dide aboriyê û got bi siyaseta îmha û înkarê derfeta aştiyê ji holê radikin. Her wiha Erdal diyar kir ew li dijî polîtîkayên şer li qadan e û got meseleya kurd çareser nakin û dixwazin ji ser bidestxistina rantê îktidara xwe bidomînin.    Piştî axaftinan hunermend Binay Koçak û koma Yeşil Kasaba stranên xwe pêşkeş kirin. Mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.    Bursa    Partiyên siyasî, komele û sendîka ji bo 1'ê Gulanê li Kolana Altiparmakê saet di 12.00'an de dest bi civandinê kirin. Girseya hat vir bi gerandina govendê û dirûşman 1'ê Gulanê bi coş pîroz kirin.