Ji Qada Gundogduyê 'Em nabin koleyên îktîdarê' 2022-05-01 15:22:49   ÎZMÎR - Li Îzmîrê mîtînga 1'ê Gulanê li Qada Gundogduyê pêk hat û ji qadê peyama "Em ji îktîdar û sermayeyerê nabin kole. Em ê berxwedana xwe bidomînin" hat dayîn.    1'ê Gulanê li Îzmîrê li Qada Gundogdu ya Konakê hat pêşwazîkirin. Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê (Turk-Îş), Konyönünden, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi meşê ber bi qada mîtîngê ve hatin. Di meşê de pankartên wekî "Ne ji bo we, dê ji bo me sibê roj derkeve", "Em teslîmê bêedaletî, newekhevî, bêhiqûqî, bêkariyê nabin", "Em ê desthilatdariya Haramiyan ji holê rakin", "Bijî Yekê Gulanê" vekirin. Her wiha girse dowizên wekî "Peymana Stenbolê ya me ye", "Li dijî şîdeta li hemberî jinê bijî 1'ê Gulanê", "Cejna karker û kedkaran pîroz be" û "Bi serî rakirinê ber bi berxwedanê, bi berxwedanê re jî ber bi azadiyê ve" hatin hildan. Di meşê de dirûşmên wekî "Her der Taksîm, her derî berxwedan", "Bi hev re rizgarî", "Gezî dê bimîne lê AKP'ê dê biçe", "Dê rojek bê AKP hesabê bide", "Hikûmet îstîfa", "Em bêdeng nabin, natirsin û îtiat nakin", “AKP dê biçe goristanê em ê jî biçin îqtîdarê", "Bijî berxwedana zinadanan" û "Denîz Poyraz rûmeta me ye" hat berzkirin.    Sazî, rexistin, komele, sendîka, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, malbatên karkên ku li Somayê jiyana xwe ji dest dayî û bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Jinên kurd bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî mîtîngê bûn. Her wiha di mîtîngê de wêneyên Denîz Poyraz jî hatin hildan. Li qadê ji hêla Platforma Azadî ji Girtiyên Nexweş re ji bo Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş standa îmzeyan hat vekirin.    Jinan carek din mohra xwe li qada mîtîngê xistin. Korteja ku ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatî organîzekirin wêneyên Denîz Poyraz hildan û dirûşmên wekî "Dê hesab bê birpisîn", "Bijî têkoşîna jinan”, “Jin jiyan azadî" û "Em bedeng nabin, natirsin û îtaat nakin" berz kirin.    Mîtîng bi rêzgirtinê destpêkirin. Nûnerê Herêma Egeyê ya DÎSK'ê Memîş Sari axaftina vekirinê kir û bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê. Piştî axaftina Memîşê peyamên ku ji girtîgehê hatî hatin xwendin.    'Jêderkan ji şer xerc dikin'   Nûnerê Herêma Îzmîrê yê Turk-Îş'ê Hayrettin Çakmak ê metna hevpar a çapemeniyê xwend wiha got:"1'ê Gulanê roja bi hezaran kedkaran e. Ew kedkar jiyanê hildiberînin. Li her derê cîhanê mêtingerî, newekhevî, bêedaletî, neewlehî kûr dibe. Nirx û jêderkên me kedkaran ne ji bo heqdest û karê bi ewle û mirovî ji bo şer û talankirina xwezayê tê xerckirin. Jêderkan ji şer û çekan xerc dikin."   Bal kişand ser qeyrana aboriyê   Hayrettin bal kişand ser qeyrana aboriyê û ev tişt anî ziman:"Bi qansî em rûnê gulberojkan bi xalîçeya sor, def û zurneyê pêşwazî bikin em xizan bûn. Ev têr nekir ceyran, gaza xwezayî, av, benzîn jî buha bûn. Bi milyonan kes terkî qedera xwe hatine kirin."   'Em ê tu carî nebin koleyê îktidarê'   Piştre Berdevkê Demê yê Platforma Şaxên KESK'ê yên Îzmîrê Necip Vardar wiha got:"Jêderkên cemaweriyê, nirxên bi kedeke hevpar hatine avakirin, xweza, zindar, kevir, çem, mîrateya dîrokî ji bo kulmek dewlemend dewlementir bibin tên talankirin. Kesên hêza kamûyê di destên wan de ye vê hêzê bi awayekî ne baş bi kar tînin. Em ê tu carî nebin koleyê îktidarê. "   Mîtinga li Gundogduyê bi stranên Edip Akbayram bi dawî bû.