Li Amedê peyama 1'ê Gulanê 'Em ê bi hev re biguherînin' 2022-05-01 14:48:18   AMED - Li Amedê bi hezaran karker û kedkar ji bo 1’ê Gulanê li Qada Îstasyonê kom bûn û gotin: "Em ê bi hev re biguherînin."   Li Amedê bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Odeya Bijîşkan a Amedê, Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran tê pîrozkirin. Mitînga li Amedê bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin” li Qada Îstasyonê pêk tê. Tevî hewayê sar û baranê gel ref bi ref ji bo pîrozbahiyê heya qada Îstasyonê meşiyan.    Girseyê bi dirûşma "Bijî Yekê Gulanê", "Wê AKP hesab bide gel", "Bimre xiyanet bijî Kurdîstan", "Bijî berxwedana Zapê", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bê Serok jiyan nabe" herikîn qadan. Her wiha pankartên "Ji yekîtiyê serkeftin, ji xiyanetê kedxwarî pêk tê", "Ji zanîngehan heta qadan, bijî berxwedana karkeran û xwendekaran", "Bijî yekê Gulanê", "Kedkarên çapemeniya azad, li dijî zilmê, kedxwarî, qedexe û sansurê li berxwe didin" vekirin.    Di mitîngê de Parlamentera Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dêrsim Dag, endamê Komîteya Amadekar a Mitîngê Kamûran Taş, endama MYK’a KESK’ê Gonul Kural û endamê Konseya Navenda TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya dê li ser dike axivîn.   ‘Hemû aboriya Tirkiyê ji bo şer vediqetîne’   Dêrsîm Dag, di axaftina xwe de 1’ê Gulanê pîroz kir û destnîşan kir ku AKP û MHP desthîatdariya xwe li ser metingeriyê dimeşîne û wiha axivî: “Ji aliyekê xizaniyê li ser gel ferz dike, ji aliye din jî li dijî gel polîtîkayên şer dimeşîne. Hemû aboriya Tirkiyê ji bo şer vediqetîne. Bi hezaran kedkar hene ku heqê keda xwe nikarin bigirin, bi hezaran kes bêkar in. Ciwan û jin kar nabînin. Bi taybetî li Kurdîstanê ji her 4 kesan 2-3 kes bêkar in. Xizanî her ku diçe kûr dibe, gel êdî nikare debara xwe bike û bi hezaran kes di asta birçîbûnê de ne.”   ‘Bi polîtîkayên şer pirsgirêka kurd nayê çareser kirin’   Dêrsîm di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi polîtîkayên şer tu pirsgirêk nayê çareser kirin û got: “Bi salan e heman polîtîka tê meşandin. Her tim di bin navê operasyonan de êrîşên giran li ser gelê kurd tê meşandin. Îro jî heman êrîş tê kirin. Heya îro bi sedan operasyon hatiye kirin lê  ji wan tu yekan encam negirtine. Pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe. Pirsgirêka kurd encax bi muzakereye wê çareser bibe.”   Piştî axaftinan hunermend Azad Bedran û koma muzîkê ya Egîtîm Senê ya Amedê derketin ser dikê.