Endamên DÎSK'ê li Taksîmê ne 2022-05-01 11:12:42     STENBOL - Endamên DÎSK'ê bi munasebeta 1'ê Gulanê meşiyan Taksimê û çeleng danîn. Endamên DÎSK'ê gotin:"Qada 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye."   Şandeyek Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê hat Qada Taksîmê. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu û endamên desteya rêveberên DÎSK’ê di nav de komek meşiya ber Peykerê Ataturk. Arzû çeleng danî ber peyker û wiha got: “Qada 1’ê Gulanê, Qada Taksîmê ye. Ji bo ku 1’ê Gulanê û Qada Taksîmê azad bibe, me têkoşînek dûr û dirêj da. Di salên 2010, 2011 û 2012’an de me pîrozbahiya herî mezin a 1’ê Gulanê li vê qadê li dar xistin.”