'Di 1’ê Gulanê de bi me re dakevin qadan' 2022-04-27 14:19:48     STENBOL - Konfederasyonên sendîkayan bang li rewşenbîr, hunermend û kesên kedkar, aştîxwaz û azadîxwaz kirin ku di 1’ê Gulanê de li gel wan biherikin qadan.    Serok û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirkiyeyê (TDB) û gelek hunermandan, bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê li Odeya Mîmaran a li Karakoy a Stenbolê daxuyanî dan. Di civîna çapemeniyê de nûnerên saziyên organîzator, Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî, lîstikvan Menderes Samancilar, hunermend Orhan Aydin, nivîskar Adnan Ozyalçiner, lîstikvan Rutkay Azîz, Tîlbe Saran, Mazlum Çîmen û gelek hunermendên din jî amade bûn.    Li eywana daxuyaniyê pankarta “Rewşenbîr û hunermend we vedixwînin 1’ê Gulanê” hatibû daliqandin û slayta “Gezî rûmeta me ye” hat daliqandin. Daxuyaniya hevpar ji hêla lîstikvan Tîlbe Saran ve hate xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "   Krîza aborî, bêkarî û xizaniyeke mezin heye. Li şûna ku kar û tenduristiya civakê biparêzin, pergala heyî gefan lê dike. Çerxên vê pergalê her ku diçe me anku yên hemû nirx û xweşikiyên cîhanê diafirînin dieciqîne.   Di çerxa heyî de dewlemend hîn bêhtir dewlemendtir dibin. Di serdemeke ku têkoşîna gel a li dijî bêkarî, xizanî, deyn û pandemiyê didome de desthilatdariya AKP’ê hemû çavkaniyên welat pêşkeşî komeke karmend û çîna serdest kiriye. Heq û hiqûqa gel tê binpêkirin û bêedaletî mezin dibe. Yên li dijî vê derdikevin jî rastî zordariya desthilatdariyê tên. Polîtîkaya zayendperest, nîjadperest, dijminatiya li penaberan, mezhebperest û şer, gefê li pêşeroja welatê me dixwe. Ev pergal wiha nadome. Yên ku ev 20 sal in vî welatî birêve dibin û hemû raye xistine deste kesekî, nikarin xwe ji berpirsyariyê xelas bikin.    Weke karker, kedkar û bindestan hêza me heye ku em vê pergalê biguherînin û welatekî nû ava bikin. Banga me ji bo hemû kesên kedkar, aştîxwaz, demokrasîxwaz, wekhevîxwaz û azadîxwaz ew e ku di 1’ê Gulanê de bi me re dakevin qadan.”    Piştî daxuyaniyê jî hunermend axivîn û ji bo beşdariya 1’ê Gulanê bang li gel kirin.