Qeyûm karkeran tehdît dikin 2022-04-27 09:06:08     Derya Ren   AMED - Rahşan Kalhan a di şaredariya Erxeniyê ya qeyûm bi rêve dibe de dixebite û nexweşa astmê ye, tevî nexweşiya xwe li parkan tê xebitandin got ku her tim mobîng lê tê kirin, midûrê yekineyê tehdîda "ez ê derbarê te de girteka bi fosfor bigirim" lê kiriye.    Rahşan Kalhan a li şaredariya Erxeniyê dixebite diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûman midûrên yekîneya wan  mobîngê li wan dikin û her wiha tehdîd dikin.   'Qeyûman berê xwe dan yekîneyên jinan'   Rahşanê da zanîn ku berya qeyûm bê tayînkirin li şaredariyê yekîneya jinan hebûye û jinan bi hev re xebat meşandiye û wiha vegot: “Bi qeyûman re jin bi tehîda ‘girtekan’ re hatn rû hev. Beriya qeyûm bên tayînkirin hevserokan ji bo jinan projeyên cuda dikirin jiyanê. Mînak ji bo jinan cihên bîhvedanê, cihên mijandinê, yekîneyên jinan û gelek projeyên din hebûn. Lê çawa qeyûm hat her tişt talan kir. Çawa hatin berê xwe dan yekîneyên jinan. Dixwazin em serî bitewînin.  Tevî ku em berê di yekîneyên jinan de bûn ev du sal e me di şertên zehmet de li parkan didin xebitandin.”   ‘Armanca wan em serî bitewînin’   Rahşanê destnîşan kir ku beriya qeyûm di şaredariya Erxaniyê de du yekîneyên jinan hebûne û wiha pê de çû: “Yekîneya ewil hat girtin ez jî têde dixebitim. Wê demê kesên li dijî wan serî netewandin hlbijartin û dan beşên karên cuda. Min salekê  li parkê dam xebitandin, armanca wan ev bû ku ez serî bitewînim. Lê min serî netewand. Mobîng herî zêde li ser zêde li ser jinan tê kirin. Mînak cejnê de destur nedan min. Lê dan hevalên mêr. Li aliyê din 5-6 mehan sibê ji 7’an de diçûm heta 12’ê şevê li parqê dixebitîm. Min bi dehan carî got li parqê hişbir tê bikaranîn. Lê tu tedbîr nehatin girtin. Ligel vê ez heta nîvê şevê neçar mam bixebitim.”   ‘Yekineya jinan vebû hefteyek şûnde hat girtin’   Rahşanê ev tişt bi lêv kir: “Piştî serlêdanên min û jinên esnaf di bin bana şaredariyê de yekîneya jinan hat vekirin. Lê hefteyek şûnde hat girtin. .Çawa hat girtin ez dîsa şandim parqê. Lê çend roj şûnde cihê min guhertin û ez dam cihê ku lavabo lê ne. Yanî di mehekê de sê caran cihê min guhertin. Jinên esnaf ên li dora şaredariyê esnafiyê dikin îmze kom kirin û ji bo yekîneya jinê vebe serî li qeymeqamtiyê dan. Li ser vê ji nû ve yekîneya jinan vebû. Niha ez li wir dixebitim.”   ‘Ez nikarim  destura xwe ya sendîkayî bikar bînim’    Rahşanê destnîşan kir ku sala borî hilbijartinên DÎSK Genel Îşê pêk hatine û bi du kesan re nûner hatiye hilbijartin û wiha   dirêjî dayê: “Wek sendîkayî hefteyê rojekê destura me ya qanûnî heye. Lê ez wê desturê bi kar naynim. 4 meh e her tim hincet tên nîşandan. Piştre gotin destur hatiye sekinandin. Hinceta wan jî ev bû ku karkerên bixebitin tune ne. Piştre di encama hevdîtinên serokên sendîkayan de destur hat dayîn. Lê nîv roj hat eyarkirin.  Lê di saetên desturê de zextan dikin ku ez ji bo faliyetên sendîkal wan agahdar bikim. Her tim tehdîda ‘ez ê girteka bi fosfor derbarê we de bigirim’ dikin.”   ‘Tevî raporê li parqê didin xebitandin’   Rahşanê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku tevî rapora wê ya nexweşiya astimê heye jî ev du sal e li parqê tê xebitandin û wiha dawî lê anî: “Ji ber polenan ez nikarim bîhna xwe vedim. Li aliyê din jî ez rojê herî kêm 6-7 caran dermanên astimê bi kar tînim. Tevî bi dehan carî min gotiye jî guhertinekê nakin. Her tim mobîngê dikin. Du meh berê li hevalek me mobîng kirin. Piştre jî ji kar avêtin.”