‘Ev kar ne hêjayî keda me ye lê em mecbûr in ku bikin’ 2022-04-25 09:03:49     Sema Çaglak   DÎLOK - Li gelek taxên Dîlokê, jin li ber deriyê xaniyên xwe rûdinin û bi karen wek şikandina gûzan, bijartina mewîjan û gelek karên din ên wekî wan hewil didin ku debara xwe bikin. Jinan diyar kirin ku her çiqas beranberê keda didin nagirin jî neçar in ku vî karî bikin.   Ji ber polîtîkayên hikûmetê yê şaş, qeyrana aboriyê her diçe kûrtir dibe û ji wê qeyranê jî herî zede jin û zarok bibandor dibin. Li gelek taxên Dîlokê, jin li ber deriyê mala xwe rûdinên û bi karen wek şikandina gûzan, bijartina mewîjan û karên din ên wekî wan hewil didin ku debara xwe bikin. Jinên ku ji bo cûrbicûr karên dikin kedê didin diyar kirin ku ew bi kedeke pir erzan ldixebitin lê ji neçarî û ji ber ku karekî din bikin nabînin ew van karan dikin.    Dêrsîm Yalçin a 47 salî, beşekê xaniya xwe veguherandiye atolyeya dirûtinê. Dêrsîm ji fabrîqayan bermahiyên xalîçeyan digire û wan vediguherîne xalîçeyên biçûk. Dersîm, diyar kir ku ew 2 sal in vî karî dike û wiha got: “Em ji saetên serê sibehê heta êvarê dixebitin. Bi taybetî ev 2 sal in ez bi vî kare re mijûl dibim. Zehmetiya karê min pir zêde ye. Ez hebek xalîçeya biçûk bi 3 TL amade dikim. Di nîv saetê de hebeke diqedînim. Ger ku qet ranewestim di rojê de nêzî 50 heb amade dikim. Ez wan bermahiyan qet qetî dikim  û bi makîneya dirûtinê bi hev ve didirûm. Ez ji mecbûrî vî karî dikim. Hewl didim debara xwe bi vî karî bikim. Ji ber krê dikim pişta min jî diêşe lê êdî em elîmîne.”   ‘Em ji şefaqê de dest pê dikin û heta şeve dixebitin’   Zelîha Caymaz jî 59 salî ye û bi paqijkirina tayê pantolon (şal) ku nû tên dirûtin derbara xwe dike. Zelîha, diyar kir ku ew rojê nêzî 300 şalî paqij dike û wiha axivî: “Ev karê ku me dikir berê ji me re dişandin malê lê niha em diçin çewalan li pişta xwe dikin û piştî ku em diqedînin em dibin bixwe radestî fabrîkayan dikin. Em hebekê bi 15 TL çêdikin. Du keçên min jî hene lê ew dixwînin û ez bi tena serê xwe vî karî dikin.Ev kar pir zor e. Rojê heta êvarê ku bê rawetan bixebitin li dora 100-120 TL dikarim qezenc bikim. Ez tim dixebitim. Di havîn û biharan de karen çandinî û fistiqan dikim. Gava dibe zivistan jî ez vî karî dikim. Rewşa hewayê ji min re nabe asteng.”   ‘Ji ber ku min pere peyda nekir nikarim derman bistînim'    Zelîha, anî ziman ku hemû wextê wê li ser wan karan derbas dibe û ji ber wê yeke pê re nexweşî jî peyda bûne. Zelîha, got: “Jinên vê derê hertim bi karekî cuda re mijûl dibin. Gelek bi vî rengî kedê didin lê mixabin beranberê keda xwe nikarin bistînin. Ez pir diwestim, hemû saetên min li ser vî karî derbas dibin. Wê rojê ez çûm nexweşxaneyê. Piştre divê min derman bistanda lê min ji bo derman pere peyda nekir û bê derman vegeriyam.”   ‘4 girtiyên min hene’   Zelîha di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku 3 law û hevjînê wê di girtîgehê de ye û got: “Ez ji zarokatiya xwe ve dixebitim. Berê di karen li ser zeviyan û çandiniyê de dixebitîm. Niha jî karen bi vî rengî dikim. Lê jê tu qezencê jî nakim. Hertim keda me tê xwarin. Hê jî dixebitim. 3 zarokên min di girtîgehê de ne. Her wiha hevjînê min jî girtî ye. Ez mecbur îm ku ji wan re pere bişînim. Destê min, pişt û çongê min hemû diêşin lê tevî van yekan dîsa jî dixebitim. Ji êşa tiliyên xwe carinan nikarim rakevim. Hemû birîn bûne.”