Kedkar wê di 1’ê Gulanê de li qada Maltepê bin 2022-04-22 09:02:20   Marta Somek   STENBOL - Endama Konseya Navenda ÎTO ya ji Komîteya Tertîp a 1’ê Gulanê Dr. Çîgdem Arslan da zanîn ku ji 1’ê Gulanê re demek kurt ma û daxwaza karker û kedkaran ya herî mezin mafê jiyan, debare û starbûnê ye û got: “Werin em carek din li qadan hêza xwe û yekitiya xwe nîşan bidin. Bila her kes 1’ê Gulanê de li Qada Maltepe be.”   Krîza aborî roj bi roj giran dibe û bi zemên tên kirin re gel di sînorê birçîbûnê de dijî. Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan ku hewl dide krîzê xweş nîşan bide,gel ji ber bihayên zêde nikarin derkevin dan û stanê. Ji 1’ê Gulanê Cejna Karkeran re jî demek kurt ma û wê karker bi daxwazên xwe li qadan bin.   Karker bi daxwazên xwe ji bo 1’ê Gulanê xwe bi awayekî xurt amade dikin û  Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK), Odeya Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekitiya Hekîmên Dîranan a Tirkiyeyê (TDB) di 8’ê nîsanê de li Navenda Giştî ya DÎSK a Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê û bernameya 1’ê Gulanê aşkera kiribûn û her kes vexwendiyê qadan kirin. Di 13’ê Nîsanê de Komîteya Tertîp a 1’ê Gulanê  li Qada Barbaros a Beşîktaşê hatin gel hev û gotin wê îsal di 1’ê Gulanê de li Stenbolê bi dirûşmeya ‘em ê bi hev re biguherînin’wê li qada Maltepe bin. Endama Konseya Navenda ÎTO ya ji Komîteya Tertîp a 1’ê Gulanê Dr. Çîgdem Arslan der barê amadekariyên 1’ê Gulanê de nirxandin kir.   ‘Em ê hêrsa xwe bînin ziman’   Çîgdemê da zanîn ku ev demek dirêje krîza aborî ya didome bi pandemiyê re hîn bêtir giran bûye û binpêkirineke mezin a kedê û xizanî derketiye holê. Çîgdemê vê pêvajoyê de hem karker, hem xebatkar, hem kedkarên tenduristiyê pirs zêde mexdur bûne, wê di 1’ê Gulanê de hêrs û daxwazên xwe bînin ziman.    ‘Debare nayê kirin’   Çîgdemê di berdewamiya axaftina xwe de wiha vegot: “Pandemiyê binpêkirin û krîza ekolojîk jî afirandiye. Mirovên ev ferq kirin xwedî li xwezayê derketin. Li Îkîzdere, Akbelen, berxwedan. Berxwedan ne tenê berxwedanê xwezayê bûn, bi berxwedanên kedê berdewam kir. Kedkarên tenduristiyê di pêvajoya krîz û pandemiyê de li qadan bûn. Mîtîng hatin kirin. Me gotina xwe vegot. Me got em nikarin debara xwe bikin. Hêzên demokrasiyê, rêxistinên ked û pîşeyî gotin nikarin debara xwe bikin û daketin kolanan. Saleke ku debare nehat kirinê bû. Pandemiyê bandorek mezin li ser civakê kir. şertên pandemiyê bandorek giran li ser her alî kir. ji ber vê em ê 1’ê Gulanê de bi daxwazên xwe li kolanan bin.”   ‘Em ê 1’ê Gulanê jî û 29’ê Gulanê de jî li qadan bin’   Çîgdemê  destnîşan kir ku sala 2021 û 2022'yan bi berxwedana karkeran derbas bûye û got: “Karkerkên Trendyol, Mîgros Depo li ber xwe dan. Bi qezencê encam bû. Di civakê de deng dan. Wê berdewama vê bê. Ev di alî hêza pêşeng a kedkaran de girîng bû. Demek dirêje em karkerên tenduristiyê jî çalakî û grevan dikin. Wê di meha gulanê de jî çalakiyên me hebin em ê 1’ê Gulanê de jî 29’ê Gulanê de jî li qadan bin. Em ê daxwazên xwe dubare dubare bînin ziman.”   ‘Em ê Maltepeyê tije bikin’   Çîgdemê anî ziman ku amadekariyên 1’ê Gulanê bi pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB, TDB Û TTB bê dîtin jî hemû hêzên ked, pîşeyî, demokrasî û sendîka bi hev re ava dikin û wiha pê de çû: “Di hevdîtinên Walîtiyê de îsal ji bo Taksîmê destûr nehat dayîn. Em ê 1’ê Gulanê li Qada Maltepe pîroz bikin. Em ê qada Maltepe tije bikin. Amadekariyên me didomin. Civîn didomin. Me di 13’yê nîsanê de belavok belav kirin. Heta 1’ê Gulanê wê belavok bên belavkirin û daxuyanî bidomin. Wê 1’ê Gulanê roja piştevaniyê ya ku bi coş tê pîrozkirinê be. Em bi hev re xurtin, em dizanin ku em bi hev re hîn bêtir xurtin.”   ‘Em ê têkoşîna xwe hîn bêtir mezin bikin’   Çîgdemê wiha dawî lê anî: “Em dixwazin vê 1’ê Gulanê de bibin dengê gelê bindest û kedkaran. Em li qadan carek din nîşan bikin ew bi piştevaniyê xurtin û em ê peyamên xwe bidin. Em ê bi daxwazên wekê karê bi ewle, jiyanek mirovane, hawirek azad û demokratîk li qadan bin. Em ê ji bo daxwazên xwe yên ku wê di 1’ê Gulanê de bên ziman têkoşîna xwe jî bidomînin. Em di 1’ê Gulanê de nîşan bidin ku çiqas xurtin.”