Serpîl Kemalbay: Em ê di 1'ê Gulanê de jî li qadan bin 2022-04-17 09:25:13     Dîlan Babat   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar ki ku bi nêzîkbûna 1’ê Gulanê re divê kedkar li dijî pirsgirêkên dijîn xwe rêxistin bikin û ji bo vê jî divê têkoşîna jinan mînak bê girtin. Serpîlê got  bi rihê 8’ê Adar û Newrozê divê qadên 1’ê Gulanê bên tijekirin.”   Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên desthilatdariyê xizanî her diçe giran dibe û kedkarkên beramberê keda xwe nagirin li dijî polîtîkayên mijara gotinê li her qadê têkoşîna xwe bilind  dikin. Kedkar bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê  xwe amade dikin ku dakevin qadan.    Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, der barê 1’ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê  de nirxandin kir.   ‘Rûpûşê binpêkirinê’   Serpîlê gotinên serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yê di civîna koma meclîsê de yên wekê ‘Dema welat tunebe em tiştekî nexwin jî dibe’ bi bîr xist û got metodek desthilatdariyê ya ku xizanî, birçîbûn û enflasyonê aşkera bike tune û wiha dirêjî dayê: “Ji bo ji xizanan bigirin û bidin dewlemendan, ji bo sermayeyê hîn bêtir xurt bikin, divê gel bi awayekî manupule bikin. Ji ber ku nikarin bêjin ew polîtîkayên alîgir pêş dixin, dibêjin ‘ welat ji dest diçe’.  Bi salane feraseta dewletê ev e. Dixwazin hemû aliyan li hember hev bi kar bînin. Ji karkeran re dibêjin ‘dengê xwe qet dernexin, em ê parçe bibin, terorîst wê me bixwin’.Bi nêrînek wisa nêz dibin û keda kedkaran binpê dikin. Ev jî rûpûşê binpêkirinê ye.”   ‘Ji berîkekê derxistin kirin berîka din'    Serpîlê destnîşan kir ku AKP 20 sale vî welatî bi rêve dibe û di vê pêvajoyê de kedkaran her tim winda kiriye, asta betaliyê sînor bezandiye. Serpîlê wiha daxuyand: “Li gorî daneyên fermî 8 mîlyon betal hene. lê ev hîn jî zêdetire. Li Kurdistanê betalî zêdetire. TUÎK rêjeyan vedişêre. Terza rêveberiya xerab ji tercîhan pêk tê. Desthilatdarî çîna sermayê, pergala neolîberal diparêze û ji bo vê jî binpê dike. Binpêkirin zêde bû, di navbera xizan û dewlemendan de ferq pir mezin bûye. Her diçe jî mezintir dibe. Herî dawî bi pergala faîzê ya parastinî ev bi zelalî derket holê. Bi bilindbûna dolar re yên pereyê wan di bankayan d hebûn hatin parastin lê ji bo karkeran re jî gotin me ji sedî 50 zem ji we re kiriye. Gotin em mûçeyên we yên asgarî diparêzin. Lê ji berîkekê derxisitn xistin berîka din.”   ‘Betal hiştina jinan zêde bûye’   Serpîlê wiha dirêjî da axaftin axwe: “Kedkar mahkumê betalî û bê ewlebûnê hatine kirin.Karkerên jin jî bi gelek pirsgirêkan re hatine rû hev. Betaliya jinan zêde bûye. Ji sedî 30 îstîhdama jinê heye û ya mêran jî ji sedî 60 zêdetir e. Di heman demê de rejîmek zayendperest heye. Mêran diparêzin û jinan jî ji derve dihêlin. Hem pergala binpêkirina zayendperest, hem cînayetên kar, hem nexweşiyên pîşeyî. Li her derê berxwedan heye. Di van berxwedana de yên bi ser ketine jî hene. Lê karker tirsa ku wê ji kar bên derxistin dijîn. Em wek HDP bi kampanyayê ‘Kar û Xwarin’ û ‘Ji xizaniya jinê re na’  dçin serdana van berxwedanan. Tiştên em di van hevdîtinan de dibînin binpêkirin û zor û zehmetiyên roj bi roj giran dibin e.”   ‘Navê xizaniya li Kurdistanê tune ye’   Serpîlê  balkişand ser betaliyê û di vê mijarê de jî wiha balkişand ser xalên esas: “Li erdnîgariya Kurdistanê em navê xzaniyê nikarin daynin. Di esasê de li wir birçîbûn tê jiyîn. Betalî normal, kar dîtin jî  tiştekî pir taybet tê dîtin.Vê newekheviyê em dikarin di şer, mîlîtarîzm û dijminahiya li hember Kurdan de cuda bigirin dest. Di çarçoveya kampanyayê de betaliya jinê jî li erdnîgariya Kurdistanê zêde bûye. Jinên karkerên demsalî di şertên koletiyê de tên xebitandin. Bê sendîkabûn veguheriye polîtîkayekê. Dewlet û patronan xwe daye hev dû rêbaza binpêkirinên diyar kirine. Divê karker, jin û kedkar  pêşî li vê bigirin.”   ‘Divê em 1’ê Gulanê xurt pêşwazî bikin’   Serpîlê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku gelek mafên kedkaran ji destê wan hatiye girtin û yek ji van mafan jî bi qanûna hatiye derxistin kedkar xwe wek ‘karker’ nikarin ispat bikin û wiha dawî lê anî: “Kedkar ne rojekê divê her roj xwe rêxistin bikin. Divê  gel bi rihê 8’ê Adar û Newrozê qadan tije bikin. Hewcedarî bi guherîneke mayînde ya pergalê heye. Ji bo vê jî divê rêbaza riya sêyemîn ya têkoşîna ked, aştî û demokrasiyê bilind dike,  bê xwestin. Ji ber vê divê em qadên 1’ê Gulanê bi girseyî tije bikin.Ji bo Tirkiyeyek ku mirov dikarin lê bijîn divê em bi daxwazên xwe biçin 1’ê Gulanê. Divê em 1’ê Gulanê bi awayekî xurt pêşwazî bikin.”