Ji dayika xwe dirûtinê hîn bû û nîşanî keça xwe da 2022-04-17 09:02:29   Yara Kendeş   KOBANÊ - Zelîxaya ku ji dayika xwe dirûtina cil û bergan hînbûye nîşanî keça xwe Edlê daye. Her du jin niha bi dirûnkariyê xwe dî li cil û bergên gelerî derdikevin.    Dirûtina cil û bergan yek jî pîşeya herî kevn e. Bi taybetî dirûtina cil û bergen gelerî nifş bi nifş hatiye heta wan rojan. Gelek jin niha bi dirûtinê debara mala xwe dikin. Edle Nesan keça Zelîxa Kendeş e û her du jin jî li gundê Qûşlî yê Kantona Kobanê dijîn. Her du jin jî hewl didin ku xwedî li dirûtina cil û bergan gelerî derkevin.    Edle dirûnkariyê ji dayika xwe Zelîxa hîn bûye û Zelîxa jî ji dayika xwe hîn bûye, her du jin jî ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser kar û barên xwe.    ‘Ez 13 salî bûm min karê dirûnê dikir’   Zelelîxayê di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser dirûtina cil û bergên gelêrî yê bi sed sal in dewam kiriye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Dayika min di temenê xwe ya bi çûk de dema zewicî, bi rastî wê xwe di her alî de afirand. Her wiha wê gelek kar û xebat dikir, di aliyekê de xwişik û birayên min perwerde dikirin, aliyekî din jî parastina çanda xwe dikir. Dayika min her tim li ser Makîna dirûnê cilan bû, jinên bajêr û gundan ji dûrve dihatin gel wê û dixwestin cilan bidirûn. Bi rastî min gelekî kêf bi temenkî biçûk jê digirt, tu carî ranediwestiya her tim di nava tevgerê de bû. Temenê min bû 13 sal min dest bi dirûtina cil û bergan dikir. Min meraqî pir mezin dikir ku ez di vî karî de weke dayika xwe pêşketî bim. Heman demê de dayika min ez fêrî bi destan xaliçeyên bi rîsê çekim.”   ‘Tu carî ji dirûtina cil û bergan aciz nedibûm’ Zelelîxayê daxuyand ku dirûtina cil û bergan ji nifşekî derbasî nifşekî dîtir bûye û wiha berdewam kir: “Ez piştî çend salan mezin bûm, zewicîm û min malbateke xwe li vî Gundî Qûşlî avakir. Dema keçên min çêbûn min weke dayika xwe kir û ev hezkirina ku ji terziyê re dikirî mezin kir û derbasî keçên xwe kir. Bi rastî mirov çiqasî jî bibêje, nikar e xweşiyê vî karî bêjê. Ji ber ku dilşahiyeke pir mezin di nava xwe de dihewîn e. Lê ez niha piştî vî temenî çavên min nabîn in ku ez dirûtinê bikim. Min 27 salan dirûtin dikir, rojek hîç jê aciz nebûm. Min her carê bi rengekî cûda şêweyekî cûda cil didirûtin. Dema ku ez keçika xwe dibinim doza min û dayika min di terziye de berdewam dike, bi rastî serê min bilind dibe. Min di jiyana xwe ya di nava malbatê de tenê din ava karê destan û çêkirina tiştan derbas kiriye.”   ‘Ez dixwezim hertim parastin û nûjenkirina karê xwe bikim’   Zelelîxayê, da zanîn ku karê dirûtina cilên kurdewarî ji hêla jinan ve dê bê parastin wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez weke dayik heya vê kêliyê li ser kar û xebata çandiniyê berdewam dikim, her wiha keça min jî aniha li şûna min bi rengekî cûda karê dirûnê dide meşandin û parastina vê nirxê dike. Xwesteka min ji her jinekê û keçekê heye ku her dem û li ku derê be, li kîjan welatî an jî cihî be, divê xwedî li çanda xwe derbikeve. Jina pêşengitiya çand û kevneşopiyên welat dike, ew jin ya herî bi ked û pîvan ne. Ez dixwezim hertim parastin û zindîkirina çanda xwe bikim.”   ’20 sal in ez karê dirûnê dikim’   Edlê jî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew 20 sal heye ku cil û bergan didirû û heya niha jî berdewam dike û got: "Ez di temenekî biçûk de fêrî dirûtinê bûm. Her wiha min gelekî ji vî karî hezkir û min dixwest her tim tiştan bidirûm. Ez di vî karî de berpirsiyartiya xwe dikim û malê xwe birêve dibim. , Zarokên min ji sûdê min bibinin. Li aliyekî hinekî zehmetî dikişinim lê ez bi keda xwe pir kêfxweş im. Li ser bingeha ku dapîr û dayika min afirandine ez karê xwe dimeşînim.”   ‘Dirûna cilan watedayina nirxê ye'    Edlê di nava axaftina xwe de balkişand li ser keda ku tê dayîn û wiha axivî: “Ez bi rastî gelekî dixebitim, li ser bingeha parastina çand û her wiha watedayina nirxê wê. Ji ber vê yekê ez bi her rengî dixwezim bi rêya dirûtina cilên gelêrî wateya jinê bidim naskirin, ev nexşên li ser keras û xeftanan bibe deng, reng û ziman ê jina kurd bi taybetî yê Kobanê. Mirov her çiqas bi hezkirî kar bike, mirov ewqas pêş dikeve. Min her dem dixwest ez bi hêzekî vî karî berdewam bikim, da ku weke dayika xwe bigihêjim her jinê. Pêwîste her jinek an jî her dayikek bi rengê resen a jin di karê xwe de xwe pêşbixe û bibe xwedî mîrateyekê mezin. Tiştê ku ez di dirûtinê de hîs dikim ji bo min pir bi wate ye.”   ‘Divê jin di karê xwe de israr bike'    Edlê, destnîşan kir ku her jinek bi keda xwe di her alî jiyanê de dibe sedema pêşketina malbat û civakê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “ Hêviyê min bi karê min pir e, ez ne tenê ji bo xwe dibêjim ev yek. Lê belê ez dixwezim ji her jinekê re bibêjim ku ev çand çanda te ye. Divê tu li çanda xwe xwedî derbikevî, tu carî dev ji karê xwe ber nedî. Îsrara jinê hebe, heya ku çand bê zindî kirin, her wiha jî çanda dirûnê di dîrokê de mohrekî girîng bi destên jinên kedkar bê dayin.”