Mêrsîn bernameya xwe ya 1’ê Gulanê aşkera kir 2022-04-15 14:30:42     MÊRSÎN - Derbarê bernameya 1'ê Gulanê de, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê daxuyaniyek da û diyar kir ku dê di 1’ê Gulanê de li Qada Cumhuriyetê bin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê têkildarî bernameya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran, li Şaxa Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel-Îş) ya Mêrsînê daxuyaniyek dan. Li eywana daxuyaniyê bi zimanên kurdî, tirkî û erebî dowîza “Haydê ber bi 1’ê Gulanê ve” hatibû daliqandin.    Di civînê de Serokê Şaxa Genel-Îş’ê yê Mêrsînê Kemal Goksoy axivî û da zanîn ku ji bo mitînga 1’ê Gulanê ku dê li Qada Cumhuriyetê bê pîrozkirin, serî li Walîtiya Mêrsînê dane û banga tevlibûnê kir.    Kemal, bernameya 1’ê Gulanê wiha aşkere kir: “Em ê di 1’ê Gulanê saet di 10.30’an de li pêşiya Stadyûma Tevfîk Sirri Gur kom bibin û li ber qeraxê behrê ber bi Qada Cumhuriyetê ve bimeşin. Piştî axaftinên di mitîngê de jî dê Îlkkay Akkaya derkeve ser dikê. Em ê 1’ê Gulanê bi girseyî pîroz bikin. Banga min li hemû kesî ew e ku beşdarî pîrozbahiyê bibin.”