Li Maltepeyê pîrozbahiya 1’ê Gulanê 2022-04-13 16:26:47   STENBOL - Derbarê pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de, rêxistinên pîşeyî li Stenbolê daxuyanî dan, da zanîn ku 1’ê Gulanê wê li Maltepeyê pîroz bikin û banga tevlîbûnê kirin.    Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekitiya Bijîşkên Diranan a Tirk (TDB) ku dê bi dirûşmeya “Em ê bi hev re biguherînin” 1’ê Gulanê pîroz bikin, li Qada Barbaros a Beşîktaşê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bijî 1’ê Gulanê” hate vekirin û dirûşmeya “Bijî 1’ê Gulanê” hate berzkirin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Îlknûr Bîrol, Parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozen, Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû, nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxisinên pîşe û kedê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk ku di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku li ser navê çareseriyeke hevpar wê têkoşînê mezin bikin û anî ziman ku wê 1’ê Gulana 2022’yan li Maltepeya Stenbolê pîroz bikin.    Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû jî da zanîn ku di pêvajoyeke ku xizanî her diçe zêde dibe de derbas dibin û wiha got: “Ev tabloya li Tirkiyeyê her ku diçe giran dibe di encama polîtîkayên desthilata AKP’ê de derketiye holê. Vê tabloyê li Tirkiyeyê çîna karkeran û hemû kedkar bi birçîtiyê re rûbirû hiştine.” Arzû diyar kir ku îro li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin xizanî û birçîtîye û wiha berdewam kir: “Îro li Tirkiyeyê ji her ciwanan 3 kes bêkar in. Ev bêkariya ciwanan gefê li pêşeroja welat dixwe.”   Arzû, ji bo tevlîbûna 1’ê Gulanê bang kir û got: “Em bang li hemû karker, jin, ciwan û xwediyên rasteqîn ên vî welatî dikin ku ji bo 1’ê Gulanê ku em ê li hemû welêt û bi taybetî jî li Stenbolê pêk bînin li rex hev bin. Em bang li we dikin ku em xwedî li keda xwe û nanê xwe derkevin”   Piştî axaftinan girseyê li Beşîktaşê belavok belav kirin.