Li Amedê starta çalakiyên 1'ê Gulanê hat dayîn 2022-04-13 15:11:48   AMED - Bi minasebeta 1'ê Gulanê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê daxuyaniyek da û hemû kedkar û karker vexwend mitînga 1'ê Gulanê ya ku dê li Amedê bê lidarxistin.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, derbarê 1'ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran a Cîhanê de li Şaxa 1'emîn a Egîtîm-Sen a Amedê civîna çapameniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta "Ev pergal wisa naçe, em dê bi hev re bigûherînin, bi hev re ber bi 1'ê Gulanê" ve hatibû vekirin. Nûnerên gelek pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê tevli daxuyaniyê bûn.    Di civînê de hat ragihandin ku Komîteya Amedekar a 1'ê Gulanê ji bo mitînga ku wê li Qada Stasyonê li dar bixin serî li Walîtiya Amedê da ye.    Di civînê de Serokê Komîteya Amadekar ê 1 Gulanê ya Amedê Kamuran Taş, axivî û bertek nîşanî pergala ku xizanî û bêkariyê kur dike da û wiha got: "Pergala hatiye avakirin pergala karkeran nîne. Ev pergal her ku diçe kedkar, jin, cîwan, karker, karmendan dieciqîne û tune dike. Pergala desthilata AKP'ê daye avakirin dewlemend û banqeyan bêhtir dewlemend dike, karker, xweza û bajaran jî ji bo vê yekê pêşkeşî sermayeyê dike. Gel bi xizanî, birçîtî û pandemiyê re têdikoşe lê desthilata AKP'ê tevahî çavkaniyên welat ji çend malbatan re vediqetîne."   Kamuran da zanîn ku desthilat dixwaze cudahiyan ji holê rake, yekdengiyekî ava bike û ev tişt anî ziman: "Bi vê pergalê ve hikûmet gel ji hev vediqetîne û siyaseteke bitalûke dimeşîne. Tim dijminekî li hundir û derve peyda dike, bi şoventî, zayendparêzî, netewperestiyê gef li pêşeroja gel dixwe. Ev pergal wiha naçe. Roj roja giliyan nîn e. Roja 1'ê Gulanê em dikarin ji bo 82 milyonan welatekî ku lê bê jiyîn ava bikin. Em dê kolan bi kolan, tax bi tax xwe rêxistin bikin. Em hemû gelê xwe ku ji bo ked, aştî, demokrasî û wekheviyê têdikoşe vedixwînin mitînga 1'ê Gulanê ku wê saet di 10'an de li Qada Stasyonê bê lidarxistin."